Sîsî careke din banga derxistina çeteyên dewleta Tirk ji Lîbyayê kir

Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî bi Serokê Parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih û fermandar Xelîfe Hefter re, rewşa dawî ya Lîbyayê nîqaş kir û behsa giringiya derxistina çeteyan ji Lîbyayê kir.

Sîsî careke din banga derxistina çeteyên dewleta Tirk ji Lîbyayê kir
15 îlon, 2021   11:30
NAVENAD NÛÇEYAN

Sîsî îro Eqîle Salih û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar a Lîbyayê Hefter, pêşwaz kir. 

Berdevkê Serokatiya Misirê bayloz Besam Radî da zanîn ku herdu aliyan rewşa dawî li Lîbyayê, têkiliyên Misirê bi Lîbyayê û gelê wê re û polîtîkeya Misirê nîqaş kirin.

Sîsî diyar kir ku divê destwerdanên derve li Lîbyayê çênebin û divê hemû hêzên biyanî û çete ji axa Lîbyayê derkevin.