Endamên Kongreya DYA’yê xwest Talîban wek rêxistineke terorîst were diyarkirin

Senatorê Komarparêz Lindsey Graham û endamê partiya Komarparêz Mike Waltz bang li Wezareta Karên Derve kir ku Talîban wek 'rêxistineke terorîst a biyanî' were binavkirin.

Endamên Kongreya DYA’yê xwest Talîban wek rêxistineke terorîst were diyarkirin
15 îlon, 2021   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Lindsey Graham di daxuyaniyek de destnîşan kir ku eger Talîban wek rêxistineke terorîst were binavkirin, dewletên din bi hêsanî nikarin alîkariya wê bikin.

Graham got endamên Talîbanê tundraw in û terorê wekî taktîk bi kar tînin.

Di serdema George W. Bush de Talîban di 23'yê Îlona 2001'an de ji ber ku stargeheke ewle ji Usame Bin Ladîn û El-Qaîdê re peyda kiribû, wek rêxistineke terorîst hatibû diyarkirin. Di 2'yê Tîrmeha 2002'an de piştî hemleya leşkerî bi ser ket, rewş bi awayekî mezin li Efganistanê hat guhartin û Bush Talîban ji lîsteya terorê derxist.

(dm)