​​​​​​​Meclisa Jinan a MSD`ê bi jinên Dêrazorê re civiya

Nivîsgeha Jinan a MSD'ê li gundewarên rojavayî Dêrazorê civînek der barê girîngiya beşdariya jinê di xebata siyasî de, li dar xist.

​​​​​​​Meclisa Jinan a MSD`ê bi jinên Dêrazorê re civiya
15 îlon, 2021   10:44
DÊRAZOR

Civîn li holê meclisa sivîl a herêma Seba Kîlo ya gundewarên rojavayî Dêrazorê bi beşdarbûn gelek jinan, hat lidarxistin.

Bi navê Nivîsgeha Jin a Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Îlham Omer axivî û behsa girîngiya beşdarbûna jinan di aliyê siyasî de kir.

Îlham Omer bal kişand ser rola jinê a çalak di rêveberiyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye di aliyê siyasî de û fedekariyê ku jin di oxira avakirina pêşerojek ji Sûriye  dide.

Îlham Omer ji ajansa me re axivî û got:" Di nava erk û plansaziyên me yên salane wekî Nivîsgeha Jinan a MSD'ê de, em ê semînerên têkildarî jinê û çalakbûna wê, çawa wê di aliyên siyasî,civakî, aborî û tevahî aliyan de xurt bikin, bidin."

Îlham têkildarî civîna ku hatiye lidarxistin diyar kir ku ev civîn yekemîn çalakî ye ku li Dêrazorê tê lidarxistin.

Îlham da zanîn ku di civînê de mijara yekemîn girîngiya beşdarbûna jinê di xebata siyasî de ye û mijara duyemîn jî astengiyên ku pêşberî jinê ji aliyê çandî,  civakî, qanûnî, aborî, siyasî û astengiyê taybet ên girêdayî jinê derdikevin, hate nîqaşkirin.

Îlham anî ziman ku piraniya jinên ku beşdarî civînê bûn, ji saziyên Rêveberiya xweser a rêvebir û qanûnsaz, meclisên jinan a xetan, saziyên civaka sivîl û tevahî saziyên li Dêrazorê ne.

Îlham di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku Nivîsgeha Jinan a MSD'ê hewl dide jinan di aliyên siyasî û diplomatîk de xurt û çalak bike da ku mafên xwe di destûra nû de biparêze.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/otSsIjitV0g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>