​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 127 kesên din bi Koronayê ketine, 2 jî mirin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 127 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û du kesan jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 127 kesên din bi Koronayê ketine, 2 jî mirin
12 îlon, 2021   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi vîrusê ketine 83 mêr in û 44 jin in.

Mistefa da zanîn ku kesekî din ji vîrusa Koronayê ya nû baş bûye.

Li gorî Desteya Tenduristiyê ragihandiye, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt 22 hezar û 958, hejmara miriyan gihaşt 804 û rewşa 2 hezar 13 kes baş bûye.

(eh)

ANHA