Hêzên Ewlekariya Hundirîn kujerên Rûken û hevjînê wê Esaf girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Firatê ragihand ku kujerên malbata Esaf Ebas girtin û lêpirsîn hîna berdewam e.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn kujerên Rûken û hevjînê wê Esaf girtin
12 îlon, 2021   13:47
KOBANÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Firatê têkildarî qetilkirina  Esaf Ebas û hevjîna wî Rûken Hisên û birîndarkirna zaroka daxuyaniyeke da.

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Kawa Hemoli pêş navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Kobanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di 30’yê Tebaxa borî de li dijî malbateke li Kobanê komkujiyek pêk hat. Ebas Esaf  û hevjîna wî Rûken Hisên hatin qetilkirin û zaroka wan (8) hat birîndarkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser dest bi lêpirsîna vê komkujiyê kir, sûcdar hatin eşkerekirin û piştî wê hatin girtin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Firatê ji raya giştî re radigihîne ku kujer li gel me girtî ne û hîna lêpirsîn berdewam e heta ku tevahî hûrgiliyên sûcê werin eşkerakirin û ji raya giştî re werin ragihandin.

Em ji şêniyên xwe re dibêjin ku nekevin xefka propaganda û gotegotinên der barê lêpirsînê de û baweriya xwe bi me bînin.

Em spasiya şêniyên piştevaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirine, dikin û sersaxiyê ji malbata Esaf û hevjîna wî Rûken re dixwazin û soz didin şêniyan ku em ê li hember her kesê hewl bidin nirxên civaka me bikin armanc, bisekinin."

Di 30’yê Tebaxa borî de Esaf Ebas û hevjîna wî Rûken di mala wan de bi rêya amûreke tûj kuştî hatin dîtin, li gel wê jî zarokeke wan bi giranî hatibû birîndarkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsînê kir û dûvre kujer hatin girtin. Gel ev sûc bi hovane wesif kir.

(fr)

ANHA