Li Kerkûkê 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Şaneya Ragihandinê ya hêzên ewlekariya Iraqê, îro ragihand ku di encama êrişên hewayî li Kerkûkê de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Li Kerkûkê 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
12 îlon, 2021   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) ragihand ku di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya hêzên ewlekariyê de hat zanîn ku hêzên ewlekariyê liv û tevgera çeteyên DAIŞ'ê şopandine.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin, piştî êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser nuqteyeke lîwayê 20`an a girêdayî polîsên Iraqê li Kerkûkê, hêzên wan bi balafirên keşfê herêm şopandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin balafirên keşfê cihê çeteyên DAIŞ`ê bombebaran kir û di encamê de, 6 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

(dx)