Xerîb Hiso: Serkeftin armanca me ye

Xerîb Hiso da zanîn ku vîn û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û îsrara wan a parastina destkeftiyan, hemû planên dijminan têk birin.

Xerîb Hiso: Serkeftin armanca me ye
Xerîb Hiso: Serkeftin armanca me ye
Xerîb Hiso: Serkeftin armanca me ye
Xerîb Hiso: Serkeftin armanca me ye
Xerîb Hiso: Serkeftin armanca me ye
Xerîb Hiso: Serkeftin armanca me ye
Xerîb Hiso: Serkeftin armanca me ye
Xerîb Hiso: Serkeftin armanca me ye
12 îlon, 2021   08:32
HESEKÊ

Meclisa navçeya Dirbêsiyê ya girêdayê kantona Hesekê, civîneke berfireh ji rûsipiyên eşîrên Ereb û Kurd û şêniyên navçeyê re li dar xist. Civîn li hola Êvan bi armanca nirxandina rewşa dawî ya li herêmê û guhdarkirina pêşniyarên gel der barê rewşa siyasî û xizmetguzarî, hate lidarxistin.

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso jî tevlî civînê bû û da zanîn ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyeke giring re derbas dibe û wiha dewam kir: "Dewletên garantor Rûsya û Amerîka li gorî berjewendiyên xwe kar dikin û piştgiriyê didin dewleta Tirk a dagirker da ku êriş bike û komkujiyan ku li dijî gelê me pêk bîne. Em jî proje û rêveberiya ku bi îradeya gel hatiye avakirin, diparêzin."

Hiso diyar kir ku tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku îradeya gelan di hemû aliyan de biser dikeve.

Hiso bal kişand ser têkiliyên diplomatîk û ev nirxand kir: “Hevdîtinên me di asta hundirîn û derve de dewam dikin. Bi berxwedan û îradeyê, me denge hatin guhartin û ev pêvajo bi ser ket. Her wiha em niha bi dewletên ku di cîhanê de xwedî bandor in re dicivin û rojane em şandeyên ji derve û Ewropa pêşwaz dikin. Ev yek jî dide nîşandan ku şoreş bi ser ket û gelek armancên xwe pêk anîn.”

Di dawiya nirxandina xwe de Hiso got: "Serkeftin armanca me ye û em bi hêza xwe ya leşkerî û bi îradeya gelê xwe yê berxwedêr bawer in, da ku em bihêjin welatekî azad û demokatîk û hemû herêmên dagirkirî vegerînin."

Piştre, rewşa xizmetguzarî li herêmê hate nîqaşkirin û li pirsgirêkên şêniyan hate guhdarkirin. Di dawiya civînê de, hin pêşniyar ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzarî li herêmê hatin girtin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/F3EdOpbhRzI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>