Almanya piştî 7 salan careke din balyozxaneya xwe li Lîbyayê vekir

Wezîrê karên derve yê Almanya bi rasthatina jinûve vekirina balyozxaneya welatê xwe li Terablusê, gihaşt Lîbyayê. Wezîrê karên derve yê Almanya bang kir ku divê çeteyên biyanî ji Lîbyayê derkevin.

Almanya piştî 7 salan careke din balyozxaneya xwe li Lîbyayê vekir
9 îlon, 2021   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Haiku Mas di serdana xwe ya li Terablusê de banga vekişandina çeteyên biyanî ji Lîbyayê kir û bi daxuyaniyekê ji çapemeniyê re got: "Xebata vekişandina hêzên biyanî bi leza ku me dixwest pêk nayê."

Mas di serdaneke nîşka de gihaşt Terablusê, ew serdana ji bo piştevaniya merheleya demkî û bi rasthatina jinûve vekirina balyozxaneya welatê wî li Terablusê piştî girtina 7 salan, pêk hat.

Mas dê bi nûnerên Meclisa Serokatî û serokwezîr Ebduhemîd El-Debîbe û nûnerên Komîteya Neteweyî ya hilbijartinan re bicive.

Têkildarî çareserkirin aloziya Lîbyayê li Almanya du kongreyên navneteweyî "Barlin 1" û "Barlin 2" hatin lidarxistin.

 Ji dema ku şandeya navneteweyî ya ji bo Lîbyayê di 5’ê Sibata borî de avakirina desthilata rêveber a nû ragihand, dosyaya çeteyên biyanî ya li Lîbyayê dîsa derket pêş. Li gel wê banga rêzgirtina ji nexşerêya navneteweyî ji tedbîrên hilbijartinên parlamento û serokatiyê re hatin kirin.

DYA’yê û dewletên dîtir soz da ku serweriya xwe ya dîplomasî pêk bîne ku yekser çeteyan ji Lîbyayê derxe, lê dewleta Tirk a ku bi hezaran çete li Lîbyayê belav kirine bê deng e.

(fr)