Li Efrîna dagirkirî revandina sivîlan bê navber didome

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê welatiyekî din revand.

Li Efrîna dagirkirî revandina sivîlan bê navber didome
9 îlon, 2021   13:23
ŞEHBA

Li kantona Efrînê ya ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin revandina welatiyan didome.

Çavkaniyekî ji bajarê Efrînê ragihand ku çeteyên Cebha El-Şamiya ya girêdayî artêşa Tirk  a dagirker li bajarê Efrînê welatiyek revand.

Li gorî çavkaniyan, navê kesê hatiye revandin Farûq Mihemed e, tememê wî derdora 30 salî de ye ji gundê Qurt Qulaqê yê navçeya Şera ye. Beriya çend rojan ji Lubnanê gihişt Efrînê.

Heman çavkanî diyar kir ku mala Farûq Mihemed a li taxa Eşrefiyê ya bajarê ji aliyê çeteyên Cebha El-Şamiyê ve hate desteserkirin, dema ku ji çeteyan xwest mala wî vala bikin, çeteyan ew revandin û wî birin baregeha xwe ya li kolana Vêlat a li Eşrefiyê.

11'ê meha borî jî, çeteyên Sultan Murad girtin ser gundê Qurt Qulaqê û zêdetirî 33 sivîl di nav de jin revandin.

ANHA