Çeteyên dewleta Tirk 5 sivîl li Efrîna dagirkirî revandin

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" 5 welatiyên Kurd li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.

Çeteyên dewleta Tirk 5 sivîl li Efrîna dagirkirî revandin
9 îlon, 2021   12:48
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji Efrînê ragihand ku çeteyên Polîsên Leşkerî yên girêdayî dagirkeriya Tirk roja duşema borî 5 sivîl li gundê Celemê revandin

Heman çavkanî navê kesên hatine revandin eşkere kir; Reşîd Binefşe (28), Kinco Subhî Kinco (27), Hesen Subhî Elo, Mistefa Ehmed Morî û Cîlo Mistefa Cîro.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan kesên revandî ber bi cihekî nediyar ve birin, her wiha heta niha jê agahiyek nehatiye wergirtin.

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê di demên dawîn de revandin û sûcên li dijî şêniyên Efrînê yên resen zêde kirine.

Her wiha Encûmana Nîştimaniya Kurd a Sûriyê (ENKS) îdia dike ku li Efrînê rewşeke xirab tune ye û hewl dide gel vegerîne Efrînê.

(dm)

ANHA