Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk li Ezazê bi serçeteyan re civiya

Çavkaniyên xwecih ên ji herêmên dagirkirî ragihand ku wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar çûye Ezazê. Helîkoptera ku Akar pê hatiye, li deriyê sînor Bab El-Selam daket. Akar bi serçeteyên komên li Ezazê re civînek li dar xist.

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk li Ezazê bi serçeteyan re civiya
9 îlon, 2021   13:10
ŞEHBA

Çavkaniyên ji herêmên dagirkirî ragihand ku Hulusî Akar bê agahdarî vê sibê serdana Ezazê kiriye. Di dema hatine Akar de balafirên keşfê li asîmanê herêmê digeriyan.

Çavkaniyan bi bîr xist ku Akar saetek û nîv li Ezazê maye û bi serçeteyên El-Ezim a Feyleqa Sêyem re civiyaye. Civîn li nêzî deriyê sînor ê Bab El-Selam ê Ezazê li dar ket. Di dema civînê de tevgera çûn û hatinê rawestiye heta ku Akar vegeriya Tirkiyê.

Heman çavkaniyan piştrast kir ku civîna ku hatiye lidarxistin, veşartî bû û sedema serdanê nehatiye diyarkirin.

Di Tîrmehê de piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî goristanên şehîdan kir, wezîrê karên hundir ê Tirk Suleyman Soylu jî çûbû kantona Efrînê ya dagirkirî.

(şx)

ANHA