Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
9 îlon, 2021   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Newroz Uysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlum Dinç û Serbay Koklu ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Di 23’yê Îlona 2020'an de bi hinceta “Nexşerêya" rêber Ocalan ku di sala 2009’an de wek pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn rêber Ocalan û 3 girtiyên li gel wî. Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê Adarê de qediya jî, ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn.

Parêzer Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’yê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.