Desteya Tenduristiyê mufadeleya peymangeha tenduristî ragihand

Desteya Tendurstiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê mufadeleya qebûlkirinê ya peymangeha tenduristiyê beşa hemşîretiyê ya sala perwerdê ya 2021 -2022'an li Hesekê ragihand û dê heta 15'ê Îlonê dewam bike.

Desteya Tenduristiyê mufadeleya peymangeha tenduristî ragihand
9 îlon, 2021   11:44
HINAR IBRAHÎM- HESEKÊ

Desteya tenduristiyê diyar kir ku divê xwendekar bawernameya amadehiyê ya beşa zanistî bi dest xistibin û di serî de ew ê cih bidin zarokên şehîdan û piştre dê cih bidin xwendekarên ku pileya herî bilind bi dest xistine.

Li gorî rêveberê Peymangeha Tenduristiyê Welat Ferhan, peymangeh îsal dê herî zêd 35 xwendekaran qebûl bike. Her wiha dê di 20'ê Îlonê de xwendekarên ku hatine qebûlkirin, derbasî ezmûna nivîskî bibin.

Ferhan anî ziman ku di 13'ê Cotmehê de dê peymangeh were vekirin û perwerde dest pê bike.

Welat Ferhan piştrast kir ku cara yekem li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriye peymangeheke bi vî awayî vedibe, di demên pêş dê peymangehên din ên tenduristiyê werin vekirin.

 (dm)

ANHA