Leşkerên Tirk bombeyên deng avêtin şêniyên gundê Qermane

Dema ku dewriyeyeke hevbeş a Rûsya-artêşa Tirk di gundê Qermane yê navçeya Dirbêsiyê re derbas dibû, leşkerên Tirk bombeyên deng avêtin şêniyan.

Leşkerên Tirk bombeyên deng avêtin şêniyên gundê Qermane
9 îlon, 2021   11:17
HESEKÊ

Nûçegihana me ku agahiyên xwe spart çavkaniyekî xwedî agahî, ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker bombeyên deng avêtin şêniyan, ên ku li dijî dewriyeyê derketibûn ser rê.

Ji ber bombeyên hatine avêtin tu zirar negihaşt sivîlan.

Îro, dewriyeyeke hevbeş a Rûsya û artêşa Tirk a dagirker ji gundê Şêrik ê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir û ber bi gundên Delîk, Selam Elêk û Quneytîra ve kete rê.

Dihat payîn ku dewriyeya hevbeş di gundên Qermane, Til Gidîş, Xenamiyê, Girbetlî, Til Teyra Cidîdê, Bab Mehmûd, Til Kermê û Xanikê re geriyaba, lê belê rêwîtiya xwe temam nekir û paş de vegeriya.

 (cx)

ANHA