Turnuvaya Şehîdên Kluba Cîhad bi dawî bû

Duh êvarê hemwextî berdewamkirina turnuvaya futbolê ya jinan, Turnuvaya Şehîdên Kluba Cîhad a Futbolê li Qamişloyê bi dawî bû.

Turnuvaya Şehîdên Kluba Cîhad bi dawî bû
9 îlon, 2021   10:52
QAMIŞLO

Her du turnuvana li Stada Aryan a li gundê Helîq ê navçeya Girkê Legê li dar ketin.

Di turnuvayê de 55 klubên cuda yên Qamişloyê beşdar bûn. Maça dawîn di navbera Tîma Heftanîn û Tîma Şehîd Muhyedîn de pêk hat. Di dawiya maçê de Tîma Şehîd Muhyedîn bi encama 1-0 bi ser ket.

Di turnuvaya futbolê ya jinan tîmên Amûde û Xabûrê lîst û di dawiyê de tîma Xabûr bi encama 2-0 bi ser ket.

Di dawiyê de her du tîmên serkeftî hatin xelatkirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dDCuQuzrzM0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>