HPG şehîd Eyup Dîgor bi bîr anî

Hêzên Parastina Gel şehîd Hasan Sûbaşi (Eyup Dîgor) bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Şehîd Eyup Dîgor bi fedakarî, kedkarî û moralê xwe yê bilind, bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan re, gel û nirxên partiyê parast û dê ji bo me û hevrêyên wî timî bibe mînak."

HPG şehîd Eyup Dîgor bi bîr anî
9 îlon, 2021   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê gerîla Hasan Sûbaş (Eyup Dîgor) bi bîr anî ku 3'ê Îlona 2018'an şehîd bûbû.

Daxuyanî wiha ye:

"Em hevrêyê xwe Eyup bi rêzdarî bi bîr tînin ku 3'ê Îlona 2018'an di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Nasnameya hevrêyê me Eyup wiha ye:

Nasnav: Eyup Dîgor

Nav paşnav: Hasan Sûbaşi

Cihê jidayikbûnê: Dîgor

Dayik-Bav: Nesîme-Îbrahîm

Dem û cihê şehadetê: 3'ê Îlona 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê