Koma duyemîn a beşdarî Mîhrîcana Hawar bûye stranên xwe pêşkêş kirin

Di roja sêyem a Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan de ya bi diruşma "Çanda resen dengvedana serdemê ye" gelek berhemên hunerî û gelêrî hatin pêşkêşkirin.

8 îlon, 2021   19:28
ŞEHBA

Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê li dar dikeve. Mîhrîcan bi tevlêbûna bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê berdewam e.

Di roja sêyem a mîhrîcanê de koma duyemîn a ji Helebê hatî bi awayekî komî stranên hunermendê nemir Ednan Dilbirîn gotin.

Paşê her yek ji endamên komê ku navên wan wiha ne; Mêrvan Zîbar, Ehmed Birîm, Seydo Horo, Mistefa Şêxo, Hûrî Elemdar, Îbrahîm Ebdo û Mihemed Osman stranên xwe bi awayekî tekakesî vegotin.

Dema beşdaran stranên xwe vegotin, komîteya nirxandinê rêbaz û kêmasiyên wan destnîşan kirin û got divê her beşdarek xwe bi hêz bike.

Li dawiyê endamê komîteya nirxandinê Xîtam Birîm hin mewal gotin.

Dê sibe merheleya yekê ji Mîhrîcana Hawar a Stranan bi pêşkêşkirina koma sêyemîn a stranên xwe bi dawî bibe.

(şx)

ANHA