Hêzên hikumeta Şamê gundewarê rojavayê Derayê topbaran kir

Piştî ku kesên nenas êrişî wesayîteke leşkerî ya hikumeta Şamê li gundewarê rojavayê Derayê kirin, rewşa li Derayê dîsa aloz bû û hikumeta Şamê dîsa derdora Sehim El-Colan topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarê rojavayê Derayê topbaran kir
8 îlon, 2021   13:22
MAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku çekdaran êrişî wesayîteke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li derdora bajarokê Nafa a li gundewarê rojavayê Dera kir. Lê tu agahî têkildarî windahiyan de nehatin bidestxistin.

Piştî wê, hêzên hikumeta Şamê li taxên bajarokê Nafa belav bûn û bi awayekî bêserûber gule reşandin, her wiha roket avêtin derdora herêma Sehim El-Colan a gundewarê rojavayê Derayê.

Hemwextî pêkanîna şertên lihevkirina dawîn ku derbasî roja xwe ya sêyemîn bû ev rûdan pêk hatin. Her wiha li gorî lihevkirinê rewşa çekdarên xwecih hat çareserkirin, her wiha hêzên hikumeta Şamê derbasî Dera El-Beled bûn da ku nuqteyên leşkerî ava bikin.

(dx)