Meclisa Jinan a Sûriyê..xebatekî bi nirx ji bo xwegihandina hemû jinên Sûriyê û Rojhilata Navîn

Di salvegera 4’emîn a damezrandina Meclisa Jinan a Sûriyê de Lîna Berekat diyar kir ku xebatê meclisê serkeftî û bi destkeftiyan dagirtî bû, ya girîng jî xwe gihand beşekî mezin ji jinan li Sûriyê, Rojhilata Navîn û komxebatên ji bo xurtkirina rola jinan li dar xistin.

Meclisa Jinan a Sûriyê..xebatekî bi nirx ji bo xwegihandina hemû jinên Sûriyê û Rojhilata Navîn
Meclisa Jinan a Sûriyê..xebatekî bi nirx ji bo xwegihandina hemû jinên Sûriyê û Rojhilata Navîn
Meclisa Jinan a Sûriyê..xebatekî bi nirx ji bo xwegihandina hemû jinên Sûriyê û Rojhilata Navîn
Meclisa Jinan a Sûriyê..xebatekî bi nirx ji bo xwegihandina hemû jinên Sûriyê û Rojhilata Navîn
Meclisa Jinan a Sûriyê..xebatekî bi nirx ji bo xwegihandina hemû jinên Sûriyê û Rojhilata Navîn
Meclisa Jinan a Sûriyê..xebatekî bi nirx ji bo xwegihandina hemû jinên Sûriyê û Rojhilata Navîn
Meclisa Jinan a Sûriyê..xebatekî bi nirx ji bo xwegihandina hemû jinên Sûriyê û Rojhilata Navîn
8 îlon, 2021   07:18
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Meclisa Jinan a Sûriyê di 8’ê Îlona 2017’an de li Minbicê di konferansa damezrîner a meclisê de bi diruşma "Jina birêxistinkirî bingeha avabûna Sûriyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî ye" hat damezrandin. Di konferansê de zêdetirî 224 jinên ji Sûriyê, rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên jin ên serbixwe amade bûn.

Meclis beşdarî çalakiyên berfireh ên herêmî yên li ser asta Sûriyê bû. Her wiha beşdarî çalakiyên navneteweyî û herêmî bû da ku dengê jinên sûrî, azar û xwestekên wan bigihîne qadên navneteweyî. Li gel wê jî beşdarî nîqaşên li ser çareseriya siyasî li Sûriyê bû.

Îro salvegera 4’emîn a damezrandina Meclisa Jinan a Sûriyê ye. Têkildarî damezrandina meclisê ajansa me bi Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat re hevpeyvînek çêkir.

Lîna Berekat di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Meclisa Jinan a Sûriyê di rewşên dijwar ên krîza Sûriyê de li gel azarên jinan hat damezrandin.

Lîna wiha got: "Doza jinan ne tenê girêdayî krîza Sûriyê bû, lê belê girêdayî doza jinan, pirsgirêkên wê û sûcên li dijî wê yên bi salan bû ku hiştiye Sûriyê bigihîne vê astê. Ji lew re diviyabû jin li ser lingên xwe bisekinin û li hemberî rêxistinên tundra yan jî ji şer xwe biparêzin. Ji ber vê yekê me hewl da jinan di bin sîwana Meclis Jinan a Sûriyê de bicivînin ku mafên wan werin parastin."

XEBATÊN MECLISÊ YÊN GIRÎNG

Lîna Berekat da zanîn ku xebata meclisê ya di dirêjahiya çend salan de bi xebatên serkeftî û destkeftiyan bi encam bû, ku karîbûn tê de li ser azadiya civakê û pêkanîna pergaleke demokratîk kar bikin.

Lîna Berekat wiha domand: "Ji xebat û çalakiyên herî girîng ku meclisê pêk anîne; vekirina dewreyan li ser mijiarên siyasî yên têkildarî pêşeroja Sûriyê bû, mîna danûstandin, girse û alîgirî, xebata siaysî li Cinêvê, merheleya demkî, destûr, hilbijartin, çaksazkirina ewlehî, birêvebirin, pergala hundirîn, xebatên çandî, civakî û hunerî, lidarxistina panel û komxebatan ku tê de girîngiya rola jinan di aştiya civakê û çêkirina aştiyê de hatin nîqaşkirin."

GIRÎNGÎDAYÎNA KAMPAN

Meclisa Jinan a Sûriyê di radeya yekemîn de girîngî da kampan bi taybet kampa Holê û birêvebirina gelek dewreyên jinûve perwerdekirin û piştevaniya derûnî ji jin û zarokên kampê re. Her wiha bi hemû hêza xwe xebitî ku xwe bigihîne beşekî mezin ji jinan û wan li hev bicivîne.

Girêdayî mijarê, Lîna Berekat wiha pê de çû: "Me gelek werşeyên xebatê li kampan dan destpêkirin, tê de girîngiya herî zêde li ser pêşkêşkirina piştgiriya derûnî ji jinan re, xebata li ser guhartina firkirê tundrawê bû. Li gel wê jî komxebatên çandê ku tê de li pêkhateyan tê nîqaşkirin hatin lidarxistin. Ji wê zêdetir jî panel û werşeyên xebatên hiqûqî ji bo zanabûna siyasî di çarçoveya veguhastinê de û derxistina civaka sûrî ji rewşa leşkerî ber bi hevrikiya siyasî ve hatin lidarxistin."

PEYWENDIYA BI JINÊN ROJHILATA NAVÎN RE

Meclisa Jinan a Sûriyê karî xwe bigihîne jinên li Rojhilata Navîn û tev li însiyatîfa ji bo ewlehî, aştî û têkoşîna li dijî qirkirina jinan kir. Her wiha jin tev li konferansa 2’yemîn a Jinên Rojhilata Navîn kir û xwe gihand dikeyên derve, YE’yê û NY’yê da ku dengê jinan bigihîne wan.

Têkildarî sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîne Lîna Berekat wiha got: "Me gelek peyam ji aliyên navneteweyî re şandine, gelek belge şandin û gelek caran bang li wan kir ku li ser asta navneteweyî tev bigerin ku jinan bi taybet û gelê Sûriyê bi giştî biparêzin."

Di dawiya axaftina xwe de Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat hêvî û serkeftin ji Meclisa Jinan a Sûriyê re xwest, her wiha berxwedana jinan a li hember nakokiyên heyî û dayîna berdêlan silav kir.

(fr)

ANHA