Beşdarên Mîhrîcana Hawar: Bi vê mîhrîcanê em ê dengê gelê xwe bighînin cîhanê

Beşdarên Mîhrîcana 3'yemîn a Hawar a Stranan diyar kirin ku armanca wan a tevlêbûna mîhrîcanê ew ew ku dengê gelê xwe bighînin cîhanê.

Beşdarên Mîhrîcana Hawar: Bi vê mîhrîcanê em ê dengê gelê xwe bighînin cîhanê
7 îlon, 2021   17:42
ŞEHBA

Mîhrîcana 3'yemîn a Hawar a Stranan duh bi diruşma  "Çanda resen dengvedana serdemê ye" li kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê dest pê kir.

/ar/uploads/files/2021/09/07/171354_frydh-tary.webp

Beşdara bi navê Ferîda Tarî sedema beşdarbûna xwe ya mîhrîcanê diyar kir û got: "Hevalên min min teşwîq kirin ku beşdarî Mîhrîcana Hawar bibim. Ez beşdarî mîhrîcanê bûm da ku êşa gelê xwe yên ji xaka xwe hate koçberkirin û li kampên Şehbayê berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê berdewam dike, derxînim."

Ferîda li ser strana ku dê di mîhrîcanê de bêje wiha axivî: "Ez ê strana hunermendê Kurd ê mezin Diyar Dêrsim bêjim ku balê dikişîne ser azarên gelê Kurd ê ku bi salan di komkujî û koçberiyê re derbas bû."

Serhed Seydo jî diyar kir ku ew beşdarî mîhrîcanê bûye da ku  behreya xwe ya dengbêjiyê derxîne û pêşkêşî gel bike û got: "Armanca min folkloara efrînî ji êrişên qirkirinê re biparêzim."

/ar/uploads/files/2021/09/07/171428_srhd-sydw-28129.webp

Seydo anî ziman ku ew ê strana hunermend Ayaz Yûsif ê ku di têkoşîna xwe ya hunerî de kevneşopiya kurdî parast, bêje.

/ar/uploads/files/2021/09/07/171444_srhd-sydw-28229.webp

Beşdara bi navê Fikret Haco jî got: "Hevalên min piştgiriya manewî dane min ku beşdarî mîhrîcanê bibim. Armanca min di radeya yekemîn de behreya xwe derxînin û duyemîn dixwazim kevneşopiya pêşiyên me biparêzim. Bi stranên folklorî mirov xwe îfa dike û nameya gelê xwe dighîne tevahî cîhanê."

Fikret Haco anî ziman ku ew straneke hunermend Diyar Dêrsim a li ser şehîdekî Kurd dike, bêje.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CD7Sj-N6e-8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>