Mîhrîcana Hawar di roja duyemîn de berdewam dike

Mîhrîcana Sêyemîn a Hawar a Stranan di roja xwe ya duyemîn de li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê berdewam dike.

7 îlon, 2021   18:33
ŞEHBA

Mîhrîcana Sêyemîn a Hawar a Stranan bi diruşma "Çanda resen dengvedana serdemê ye" di roja duyemîn de li kampa Berxwedan a navçeya fafînê ya kantona Şehbayê berdewam dike.

Beşdarên mîhrîcanê di nava 3 koman de hatin dabeşkirin, her komeke ji 7 beşdaran pêk tê. Di qonaxa yekemîn a mîhrîcanê de beşdarên koma yekemîn stran.

Beriya ku beşdar dest bi stranan bikin, endamê Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê Ferhad Elûş peyama pîrozbahiya mîhrîcanê ya Tevgera Çanda û Hunerê ya Başûrê Kurdistanê xwend.

Paşê endamên komîteya nirxandina dengan hatin pênasekirin ku ji hunermend Menan Cafer, Xîtam Birêm û Hedyet Osman pêk tê.

Koma yekemîn a bi çavdêriya hunermend Rêzan Bekir bi hev re stranek gotin.

Paşê beşdar; Serhed Seydo, Fikret Heco, Azdam Mûsa, Ferîda Tarî, Mihemed Îbiş, Zêrîn Îbiş û Luqman Hemdo stran.

Sibe wê beşdarên koma duyemîn stranên xwe pêşkêş bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kcEe7Rx4lCY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>