Malbatên girtiyan: Divê rêber Ocalan û girtiyên siyasî serbest bên berdan

Koçberên Efrînê bêhiqûqiya devmirovî ya navneteweyî û binpêkirinên dewleta Tirk ên li hemberî girtiyên siyasî, şermezar kir, her wiha diyar kir ku heta rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî serbest neyên berdan, wê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin.

 Malbatên girtiyan: Divê rêber Ocalan û girtiyên siyasî serbest bên berdan
6 îlon, 2021   07:57
ŞEHBA – LEYLA LORÎN

Girtiyên di gîrtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de ji 27’ê Mijdara 2020’an ve li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dane destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku di roja 283`an de bi koma 50 berdewam dike.

Bi vê mebestê malbatên girtiyên siyasî yên koçberên Efrînê, li dijî bêhiqûqî û binpêkirinên li ser girtiyan, nerazîbûnên xwe nîşan dan.

‘LI SER GIRTIYÊN SIYASÎ PÊKANÎNÊN DEVMIROVÎ TÊN KIRIN’

Şêniya bi navê Leyla Xelîl da zanîn ku xwişka wê Hacer xelîl ku niha di zindana Qeyserî de ye, ev 27 sal in girtî ye û li dijî wê bêhiqûqiyeke mezin heye û wiha got:"Xwişka min Hacer xelîl ev 27 sal in li zindanan tê ragirtin. Xwişka min li gel hevalên xwe gelek caran bê sedem ji aliyê rayederên zindanê ve ji bo axaftina bi hevalên xwe re rastî cezaya disîplînê tê. Tevî ku nexweşiya korona jî derketiye û gelek nexweşiyên xwişka min hene, lê belê danûstandin û nêzîkatiya dewleta Tirk ji bo girtiyên nexweş nayê guhartin û zulm û faşîzma xwe li dijî girtiyan didomîne. Em weke malbatên girtiyan vê bêhiqûqiya li ser girtiyan bi tundî şermezar dikin û heta ku ji bo girtiyên siyasî û rêber APO, azadiya fîzîkî pêk neyê, em ê li dijî zulm û faşîzma dewleta Tirk berxwedana xwe bidomînin."

‘LI DIJÎ FAŞÎZMA QIRKER BERXWEDANA ME WÊ BIDOME’

Leyla Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em weke malbatên girtiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û koçberên Efrînê, bang li raya giştî ya cîhanê û saziyên mafên mirovan dikin ku bi erk û peywira xwe rabin. Daxwaza me weke malbatên girtiyan ew ku êdî divê girtiyên siyasî bên berdan. Di serî de ji bo rêber apo û hemû girtiyên siyasî `dem dema azadiyê ye`."

‘DIVÊ BI DEMILDEST CPT BI ERKÊ XWE RABE’

Şêniyê bi navê Mistefa Mahmûd jî bal kişand ser binpêkirinên ji aliyê dewleta Tirk ve li ser girtiyên siyasî û birayê wî Hekî Rêber ku 27 sal in di zindana Urafayê de tê ragirtin û wiha got:" Birayê min Hakî Rêber ev 27 sal in di zindana Urfayê de ye. Ev nêzî du meh in di greva birçîbûnê de ye. Tu agahiya me jê nîne. Banga me ji CPT û saziyên mafên mirovan û raya giştî ya cîhanê ew e ku zulma li ser Kurdan û li ser girtiyên me yên siyasî bibînin û li hemberî faşîzma dewleta Tirk, bibin xwedî helwest."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2-21lTepOFE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>