Berwarî: Dewleta Tirk beriya êrişeke mezin helwestan dişopîne

Dr. Kamûran Berwarî, diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ku di pêşerojê de êrişên mezin pêk bîne helwestan dişopîne û got: “Dixwaze ku têkoşîn û berxwedana gelê Kurd bişkîne da ku bikaribe di demeke nêz de bi hêsanî Kurdistanê dagir bike.”

Berwarî: Dewleta Tirk beriya êrişeke mezin helwestan dişopîne
6 îlon, 2021   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Êrişa ku ji 23`yê Nîsanê ve li dijî Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin heya niha ne li gorî xeyal û planên wan diçe. Siyasetmedar vê rewşa dewleta Tirk wekî binkeftinê pênase dikin ku tenê xala derxistina şerekî navxweyî yê Kurdan di destê wê de maye. Her wiha êrişên PDK`ê yên li ser gerîlayên PKK`ê ji ber encama binkeftina dewleta Tirk e.    

Di 4`ê Îlonê de HPG’ê ragihand ku hêzên PDK’ê êrişî 7 hevrêyên wan kirine û ew şehîd xistine. Kamûran Berwarî têkildarî vê bûyerê ev tişt anî ziman: “Ev yek dibe destpêka şerekî birakûjiyê ku wê kesek sûdê jê negire. Derxistina şerekî di navbera PDK û PKK’ê de hewldaneke qirêj e.”

Cîgirê serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê ya Başûrê Kurdistanê Kamûran Berwarî destnîşan kir ku çêkirina vê hesasiyetê di navbera PKK û PDK’ê de ku heya gihiştiye asta kuştinê, her wiha ev yek ji encama planeke herêmî ye û destên hin hêzên navneteweyî jî di nav vê planê de hene û got: “Ev karta dewleta Tirk a dawî ye ku hewl dide derbeyekê li PKK’ê bide û piştre Başûrê Kurdistanê, Şengal, Rojavayê Kurdistanê bi temamî dagir bike.”

`BI ÊRIŞAN RE HELWESTAN DIŞOPÎNE`

Berwarî, bal kişand ser tengavbûna dewleta Tirk hem di hindirîn hem jî siyaseta derve de û got: “Dewleta Tirk di nav xwe de di rewşeke lewaz de ye. Bi taybet aboriya dewleta Tirk ber bi hilweşandinê ve diçe. Dewleta Tirk di polîtîkayên xwe yên derve de şikestineke mezin dijî. Li Erebistana Siûdî, Lîbya, Misir, Sûriyê, Azerbaycan û Efganistanê armancên wê pêk nehatin. Niha jî ji bo aboriya xwe li ser lingan bihêle cihê ku gaz lê heye hewl dide dagir bike. Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengal mînak in. Rewşa navxweyî ya Tirkiyê jî têk çûye. Di navbera partiyên siyasî yên li Tirkiyê wekî AKP, CHP, MHP’ê de nakokiyên mezin hene.  Gelê Tirkiyê aştîxwaz û demokrasîxwaz e. Gel dizane ku berjwendiyên pêşerojê di encamên vî şerî û aloziyên heyî de tune ye. Ji ber dizanin ku Tirkiye di karesatekî mezin de dijî. Dê ji ber van encaman dewleta Tirk bê parçekirin. Niha hewl dide bala gel bikşînîn ser van kiryarên derveyî Tirkiyê. Bi van êrişan re helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê, hikumeta Iraqê, Koalîsyona Navneteweyî, partiyên siyasî û NY pê dişopîne. Tirkiye amadekariya êrişekî berfireh dike. Ji bo wê jî dinêre ku ger di pêşerojê de pêngavek mezintirîn bêavêtin, bikaranîna kîmyewî zêde bikin û êrişên berfirehtir bibin wê bertekên navxweyî, herêmî, cîhanê çawa be, xwe amade dikin.”

KARTA DEWLETA TIK YA DAWÎ

Di 4`ê Îlonê de HPG’ê ragihand ku hêzên PDK’ê êrişî 7 hevrêyên wan kirine û ew şehîd xistine. Berwarî, têkildarî vê bûyerê de ev tişt anî ser ziman: “Ev yek dibe destpêka şerekî birakûjiyê ku wê kesek jê sûd negire. Avakirina şerekî di navbera PDK û PKK de hewldanêkî qirêj e. Divê em nehêlin şerekî wiha derkeve ku dilê dijmin rehet nebe. Çêkirina vê hesasiyetê di nabera PKK û PDK’ê de ku heya gihiştiye asta kuştinê encama planeke herêmî ye. Her wiha destên hin hêzên navneteweyî jî di nav vê planê de hene. Hemû tişt ceribandin ku nikarin Kurdan ji holê rakin. Ev karta dewleta Tirk a dawî ye ku derbeyekê li PKK'ê bide û piştre Başûrê Kurdistanê, Şengal, Rojavayê Kurdistanê bi temamî dagir bike. Ji xwe plana wan a sereke ew e ku deskeftiyên gelê Kurd bi giştî ji holê rakin.”

'JI BER ENCAMA BINKEFTINA ÊRIŞAN HÊZ TÊN BIKARANÎN'

Ji 23’yê Nîsanê heya niha ve dewleta Tirk ji êrişa ku li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin bi ser neketine. Berwarî tîne ziman ku di encamê vê binkeftinê de dewleta Tirk hêzên wekî PDK`ê bi kar tînê û got: “Dewleta Tirk li Zap, Metîna, Heftanîn û Garê bi ser neket. Niha jî hewl dide bi rêya hin hêzên herêmî, biyanî û Kurdistanî bikar bîne û bide şerkirin. Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê jî nekeve xizmeta dewleta Tirk de û hişyar be.”

Berwarî, bal kişand ser xeteriya dagirkerina ç herêmên Başûrê Kurdistanê û got: “30’yê Tebaxa îsal dewleta Tirk agir berda gundên herêma Berwarî. Heya niha jî nahêle ku kes derbasî wan cihan bibin. Heya ragahandina Başûrê Kurdistanê ji bo ku raya giştî agahdar bike neçûne wir. Cihên ku Tirk dikevinê wekî axa Tirkiyê dibînin.  Dibêjin `Cihê me ye, me kiriye û em bi keyfa xwe ne ku daran bibirin, avê qût bikin. ‘Ger ev dagirkerî berfireh bibe wê navê Kurd û Kurdistanê li vir nemîne. Ev bi wî awayî here tu partiyên siyasî jî li Başûrê Kurdistanê namînin. Qonaxê yekem hilweşandina deshilatdariya Başûrê Kurdistanê ye. Divê em nekevin xeletiyên stratejîk û ji bo dewleta Tirk xwe nedin kuştin. Divê êdî destê dewleta Tirk berdin.  Koalîsyona Navneteweyî, NY, dadgeha navneteweyî û Bexda li vir heye.  Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê giliyê dewleta Tirk bike ku bibêje ‘Em qebûl nakin ku balafirên dewleta Tirk têkevin herêmên me û êriş bikin. Em qebûl nakin ku barergehên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hebin û divê Tirkiyê ji herêmên me derkeve.’ ”

ANHA