Talîban îdia dike ku geliyê Pencşêr kontrol kiriye

Hate ragihandin ku geliyê Pencşêr ê ku li dijî Talîbanê heta niha li ber xwe dida, bi temamî kete destê Talîbanê.

Talîban îdia dike ku geliyê Pencşêr kontrol kiriye
6 îlon, 2021   06:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê tevgera Talîban Zebîhullah Mucahîd bi daxuyaniyekeke nivîskî got: "Bi vê serketinê re welatê me ji rewşa xitimandî ya şer bi temamî rizgar bûye."

Eniya Berxwedanê ya Neteweyî (UDC) roja yekşemê li ser Twitterê peyamek parve kir û ragihand ku rojnamevanê navdar ê Efgan berdevkê UDC'ê Fehîm Daştî û general Abdul Wûdod Zara di şerê dawî de hatine kuştin.

Talîbanê jî roja Yekşemê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku gelek herêmên Pencşêrê ketine bin kontrola wan, lê belê alîgirên UDC'ê li ser medya dîjîtal ev daxuyanî derewandibûn û diyar kiribûn ku şervanan xwe vekişandine herêmên çiyayî.