Nivîsgeha Parastina Zarokan mekanîzmeyên çareserkirina pirsgirêkên zarokan nîqaş kir

Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerên Çekdarî de ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî parastina zarokan di şerên çekdarî de û mekanîzmeyên çareserkirina pirsgirkên zarokan, ji endamên xwe re dewriyeke perwerdê vekir.

Nivîsgeha Parastina Zarokan mekanîzmeyên çareserkirina pirsgirêkên zarokan nîqaş kir
5 îlon, 2021   11:20
QAMIŞLO

Di vê çarçoveyê de, nivîsgehê yekemîn dewreya perwerdê li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo dest pê kir. Di dewreya ku ji dezgehên çapemeniyê re girtî bû, rewşa karkirina zarokan, nexasim li herêmê ku alozî lê heye û parastina zarokan bi taybet yên di bin 18 saliyê re, hate nîqaşkirin.

Endamên nivîsgehê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li perwerdê bûn. 

Serokê Nivîsgeha Parastina Zarokan şaxê Dêrazorê Mihemed Şihadê da zanîn ku armanc ji vê perwerdeyê, parastina zarokan di rewşên şer de ye û divê hemû civak vê erkê bigire ser xwe.

Li gorî Şihadê dê dewre 4 rojan dewam bike.

Gerînendeyê Nivîsgeha Parastina Zarokan şaxê Qamişlo Mirî Mihemed jî diyar kir ku endamên 9 Nivîsgehên Parastina Zarokan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî dewreya perwerdeyê bûne û wiha dewam kir: “Wê armancên nivîsgehên parastina zarokan, karkirina zarokan di beşê pîşesazî û çandinî de, her wiha giringiya vegerandina zarokan li dibistanan werin şîrovekirin."

Tê payîn ku dewreya perwerdê heta roja çerşemê dewam bike da ku çareseriyên ji bo pirsgirêkên zarokan pêşkêş bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/S9hDPvDrxaw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>