Hêzên Hikumeta Şamê Dera El-Beled topbaran kir

Firqeya 4`an û komên girêdayî wê piştî têkçûna danûstandinan, taxên Dera El-Beled ên dorpêçkirî bi moşkan topbaran kir.

Hêzên Hikumeta Şamê Dera El-Beled topbaran kir
5 îlon, 2021   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), hêzên hikumeta Şamê û hêzên alîgirên wê êrişên li dijî Dera El-Beled didomîne.

Hêzên hikumetam Şamê topbarana xwe li dijî herêmê zêde kir û li aliyekî din Firqeya 4`an hewl dida bikeve herêmê.

Di encama bersivdayîna çekdarên herêmî de, şer heta saetên sibê dewam kir û çekdaran êrişan hêzên hikumetê têk bir.

Firqeya 4`an di saetên sibê de jinû ve herêm topbaran kir.

Piştî ku danûstandinên navbera her du aliyan têk çû û şandeya eşîrên Horanê duh ji Dera El-Beled derket, şer careke din dest pê kir.

(dm)