DAIŞ`ê li Kerkûkê êriş kir; 12 endamên Polîsên Fedral hatin kuştin

Dezgehên çapemeniyê yên Iraqê ragihandin ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî hêzên Polîsên Fedral ên li başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê kirine. Di êrişê de 12 endamên polîsan hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

DAIŞ`ê li Kerkûkê êriş kir; 12 endamên Polîsên Fedral hatin kuştin
5 îlon, 2021   10:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên herêmî yên Iraqê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî ewlehiyê, ragihandin ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî Lîwaya 19`an focê 2`an yê Polîsên Fedral ên li gundê Til Sitêh ê girêdayî navçeya Reşad a Kerkûkê, kirine.

Li gorî çavkanî, di êrişê de 12 endamên Polîsan hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.