Balafirên Rûsyayê derdorê nuqteyeke dagirkeriya Tirk bombebaran kir

 Balafirên şer ên Rûsyayê gelek deverên li gundewarên Idlib û Lazîqiyê, her wiha derdorê nuqteyeke artêşa Tirk a dagirker li Bare, bombebaran kirin.

Balafirên Rûsyayê derdorê nuqteyeke dagirkeriya Tirk bombebaran kir
5 îlon, 2021   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê bajarokê Bare yê başûrê Idlibê, derdorê Keferêdîn û Şêx Sindiyan ên li gundewarê Cisir Şixûr a rojavayê Idlibê, derdorê Kebane ya çiyayê Ekrad ê li bakurê Lazîqiyê, her wiha derdorê nuqteyeke girêdayî artêşa Tirk a dagirker li Bare, bombebaran kirin.

Li aliyekî din, hêzên hikumeta Şamê bi dehan moşekan deverên li Kensefra ya çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê hedef girtin. Çeteyên Heyet Tehrîr Şam jî li derdorê Kensefra 2 endamên hêzên hikumetê bi giranî birîndar kirin. Lê tê gotin her du endamên hikumeta Şamê hatine kuştin.

(cx)