Şehîd Îmad Hecî bi merasîmekê li Minbicê hate oxirkirin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îmad Ebdurezaq Hecî bi merasîmekê li goristana Şehîdan hate veşartin.

Şehîd Îmad Hecî bi merasîmekê li Minbicê hate oxirkirin
Şehîd Îmad Hecî bi merasîmekê li Minbicê hate oxirkirin
Şehîd Îmad Hecî bi merasîmekê li Minbicê hate oxirkirin
Şehîd Îmad Hecî bi merasîmekê li Minbicê hate oxirkirin
Şehîd Îmad Hecî bi merasîmekê li Minbicê hate oxirkirin
4 îlon, 2021   17:05
MINBIC

Şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îmad Ebdurezaq Hecî ji pêş Nexweşxaneya Firatê wergirt û ber bi goristana şehîdan a başûrê  Minbicê ve ketin rê.

Li goristanê digel deqeyeke rêzgirtinê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn toraneke leşkerî li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/09/04/163657_raed-alahmd.webp

Dûvre endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Raid El-Ehmed wiha got: "Em çiqas ked bibin em nikarin bigihînin fedekariyên şehîdan, ji ber ku şehadet û cihê wê di urf û olan de girîng in."

/ar/uploads/files/2021/09/04/163742_wrdh-alahmd.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Werde El-Ehmed anî ziman ku şehîd li hember komplogeran mertal û bend in û ji canê xwe kirin pireyek ber bi ewlehiyê ve.

/ar/uploads/files/2021/09/04/163715_sajy-abd-alkafy.webp

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Komîteya Şaredariyan a Minbicê Sacî Ebdulkafî li ser şehadetê axivî û da zanîn ku şehîdan di oxira welat bi ewle û aram be canê xwe da.

/ar/uploads/files/2021/09/04/163728_mhmd-alshykh.webp

Piştî axaftinan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîddi nava tilîliyên dayikan û diruşmeyan de hate veşartin.

(fr)

ANHA