HPG: PDK’ê êrîşî 7 gerîlayên me kirin û ew şehîd xistin

HPG’ê ragihand ku hêzên PDK’ê êrîşî 7 hevrêyên wan kirine û ew şehîd xistine û got: “Tu eleqeya vê bi Kurdbûnê nîn e. Ev, êrîşêke ku dê zirarek mezin bide doza gelê Kurd e.”

HPG: PDK’ê êrîşî 7 gerîlayên me kirin û ew şehîd xistin
4 îlon, 2021   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kirin:

“Agahî ji me re hatiye ku komek 7 kesî ya gerîlayên me li derdora herêma Xelîfan, dema hewl daye ji Çemê Zê (Zap) derbas bibin, ketine kemîna hêzên PDK’ê û bi êrîşê re rû bi rû mane.

Tu tiştek ji vê yekê xirabtir nabe ku hêzên PDK’ê bi vî terzî û şeklê xayînane hêzên bixe kemînê û şehîd bike. Tu eleqeya vê bi Kurdbûnê nîn e. Ev, êrîşêke ku dê zirarek mezin bide doza gelê Kurd e. Diyar e ku rêveberiya PDK’ê dixwest ku hêzên xwe li nêzî hêzên me bicîh bike da ku hêzên me jî li wan bidin û li benda vê yekê bû. Me di vê pêvajoya hesas de berjewendiyên gelê xwe li ber çavan girtin û li wan nexistin. Dema ku me li wan nexistin, vê carê hêzên me bi awayî xayînane dixin kemînê û li wan dixin, dixwaze pêvajoya şer yek alî pêş bixe.

Divê hemû gelê Kurdistanê van pirsan ji Barzanî û rêveberiya PDK’ê bipirse: “Hunê ji şerekî navbera Kurdan û rijandina xwîna ciwanên Kurd çi qezenç bikin? Hûn çima bi israr şerekî navbera Kurdan ferz dikin? Di sedsala 21’yemîn de derxistina şerekî navbera Kurdan, ma nabe tarîkirina pêşeroja gelê me? Pêwîste gelê me û derdorên dost vana ji PDK’ê bipirsin.

Li rex îşkenceya ku dewleta Tirk li Îmraliyê dijî Rêbertiya me û li hemû zindanan dijî rêhevalên me dimeşîne, PDK dixwaze tevlî êrîşên mêtinger- faşîst û komkujiyên ku dewleta Tirk li her qadê  dijî gelê me û hêzên me dide meşandin bibe. Em vê daxwaza PDK’ê ji edalet, wijdan û teqdîra hemû gelê xwe û ya raya giştî re dilêhin.”