PYD`ê li Reqayê têkildarî siyaset û timayên dewleta Tirk panelek li dar xist

Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê Reqayê îro bi navnîşana “Tirkiye dewlet an mafya ye” panelek li dar xist.

PYD`ê li Reqayê têkildarî siyaset û timayên dewleta Tirk panelek li dar xist
4 îlon, 2021   12:46
REQA

Hejmareke endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), endamên Komîteya Azadiya Rêbertî, siyasetmedar, rewşenbîr, rûspiyên eşîrên Reqa û gundewarê wê tev li panela ku li avahiya Meclisa Qanûnsaz hatî lidarxistin bûn.

Di beşa yekemîn a panelê de parêzer Abdullah El-Eryan axivî û behsa dewleta Tirk, timayên wê yên mêtîgeriyê li herêmê û siyasetên ku li Rojhilata Navîn ji bo vegerandina timayên dewleta Osmanî dimeşîne, kir.

El-Eryan diyar kir ku ji berê ve dewleta Tirk dewleta mafya ye û ew bi rêya komên dişibin mafyayê dest li hemû herêmên Rojhilata Navîn wer dide da ku wan herêman dagir bike.

El-Eryan bal kişand ser girîngiya teşhîrkirina wan kiryaran ji aliyê partiyan e û eşkerekirina wan ji hemû beşên civakê û pêkhateyan re, da ku haya wan ji siyaset û timayên dewleta Tirk hebe.

Piştre deriyê nîqaşê ji beşdaran re hat vekirin û xeteriya komên çeteyên dewleta Tirk û planên wê yên li dijî herêmê hate nîqaşkirin.

Her wiha parêzer û endamê Komîteya Azadiya Rêbertî Mihemed El-Ibêd di beşa duyemîn a panelê de behsa mafên mirovan û azadiya rêber Abdullah Ocalan kir.

El-Ibêd girtina rêber Abdullah Ocalan bi kiryareke dermirovî bi nav kir û da zanîn ku binçavkirina rêber Ocalan di rastiyê de revandin e.

Beşdarên panelê girîngiya rakirina tecrîdê û azadiya rêber Abdullah Ocalan nîqaş kirin.

Her wiha piştrast kirin ku rêbazên dan û standina dewleta Tirk a dagirker ên bi rêber Abdullah Ocalan re, li dijî qanûnên navneteweyî û rêgezên mafên mirovan e.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/20RPz7_LTVI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>