Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê bû şampiyona turnuveya futbolê

Di Turnuveya futbolê ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê bû şampiyon.

Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê bû şampiyona turnuveya futbolê
3 îlon, 2021   17:59
REQA

Turnuveya futbolê ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lîstokekê di navbera Tîma Serêkaniyê û Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê de bi dawî bû.

Turnuve ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi beşdarbûna 16 tîman hate organîzekirin. Tevahî maç li bajarê Reqayê li dar ketin.

/ar/uploads/files/2021/09/03/173023_fryq-qwa-alamn-aldakhly-balrqh-ytwj-btlaan-lbtwlh-shmal-wshrq-swrya-lkrh-alqdm-28129.webp

Turunve bi serketina Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê bi (1-0) bi dawî bû.

Desteya Ciwan û Werzîşê tîma serkeftî xelat kir, her wiha xelatên ferdî dan hin lîstikvanan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Kiri7IppAfs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>