YPJ’ê nasnameya şehîdeke xwe eşkere kir

YPJ'ê ragihand ku şervana wan Zeyneb Serêkaniyê 1'ê Îlonê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de li Til Temir şehîd bû.

YPJ’ê nasnameya şehîdeke xwe eşkere kir
3 îlon, 2021   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand ku şervana wan Zeyneb Serêkaniyê 1'ê Îlona sala 2021'an li Til Temirê şehîd bûye.

Daxuyaniya giştî ya YPJ'ê wiha ye:

''Em rêhevala xwe Zeyneb Serêkaniyê bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata wê re sersaxî dixwazin. Em careke din soz didin wê û hemû rêhevalên we ku hedef û armancên wan pêk bînin.

Rêhevala me Zeyneb Serêkaniyê a bi nasnav Asya Oso bi kelecana şoreşa Rojava a ku bi pêşengtiya jinan ve pêk hat bandor bû û tevlî refên YPJ’ê bû. di 1'ê Îlonê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de li Til Temir tevlî karwanên şehîdan dibe.

Rêhevala me Zeyneb a ku bi eslê xwe ji Serêkaniyê ye di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Di nava şoreşa rojava de her dem bi kelecan û coşeke mezin rihê azadiyê dijî û kêfxweşiya di nava şoreşê de di her kêliya jiyana xwe de mezintir kir. Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Serêkaniyê û Girê Spî rêheval Zeyneb ji bo parastin û azadkirina axa welatê xwe tevlî YPJ’ê dibe. Her dem bi rihê tolgirtina dagirkeriyê jiyan dike û tu caran êrişên dewleta Tirk a li ser gelê xwe napejirîne. Rêheval Zeyneb xwe li ser bingehê paradigmaya demokratîk, ekolojik û azadîxwaziya jin  pêş dixe, dibe xwedî feraseteke mezin a rêhevaltiyê.

Em Yekîneyên Parastina Jin YPJ, careke din ji malbata nirxdar a rêheval Zeyneb re sersaxiyê dixwazin. Em ji hemû şehîdan û gelê xwe yê welatparêz re soz didin ku wê tola şehîdên me li erdê nemine. Emê bi rihê tolgir ê rêheval Zeyneb xwedî erkên demê derbikevin û em ê dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe re bi misogerkirina azadiyê ve diyar bikin. Em ê bi heskirin û dilsoziya Zeyneban dagirkeriyê li ser axa xwe rabikin, şoreşa jinê geş bikin, siberojên azad misoger bikin.

Navê kod: Zeyneb Serêkaniyê

Navê rast: Asya Oso

Dayikbûn: Serêkaniyê - 1993

Dayik-Bav: Zelîxe - Hesen

Tevlîbûn: Til Temir - 2020

Şehadet: 01.09.2021- Til Temir''

ANHA