Şerê li Pencşîrê giran dibe

Li geliyê Pencşîrê yê li rojhilatê Efganistanê ku ji aliyê Talîbanê ve hatiye dorpêçkirin, şer giran dibe.

Şerê li Pencşîrê giran dibe
3 îlon, 2021   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji berdevkên Eniya Berxwedanê ya Neteweyî (UDC) ku ji milîsên li dijî Talîbanê û hêzên berê yên Efgan pêk tê, Elî Mesam Nazarî got, "Li Pencşîrê şerekî giran diqewime."

Li gorî nûçeya AFP'ê, berdevk bal kişand ser kurê fermandar Ehmed Şah Mesûr ê 9'ê Îlonê ji aliyê El Qaîdeyê ve hate kuştin, Ehmed Mesûd û got, "Mesûd bi parastina gelî ve mijûl e."

UDC'ê ragihand ku Talîbanê windahiyên giran daye, li herêmê hatiye têkbirin, lê bîlançoyeke zelal neda.

Li medya dîjîtal di hesabên alîgirê Talîbanê de hate îdiakirin ku 31 şervanên Pencşîrî hatine kuştin.

Koordînatora Tevna Analîstan a Efgan Martîne van Bîjlert got, "Hêzên Talîbanê li pêşiya gelî kom bûne, lê ketine kemînê û gelek kuştî dane."

UDC ku beriya niha ragihandibû ku ew hêvîdarin bi Talîbanê re diyalogê bikin, diyar kir ku ew ê heta dawiyê gelî biparêzin. Li gorî Talîbanê diyaloga navbera aliyan bi rengekî têkçûyî bi encam bû. Talîbanê bang li UDC'ê kir ku çekên xwe deyne.

Ehmed Mesûd roja Çarşemê daxuyaniyek da û got, "Talîbanê pêşniyar kir ku di hikumetê de dixwazin du cihan bide UDC'ê, lê belê em ji bo Efganistanê pêşerojeke hîn baştir dixwazin." Mesûd got, "Me ev pêşniyar nenirxand" û anî ziman ku Talîbanê rêya şer hilbijart.