Parlamentoya Lîbyayê rûniştina hesabxwestinê ji hikumeta El-Debîbe bi paş xist

Berdevkê parlamentoya Lîbyayê ragihand ku hikumeta El-Debîbe xwest ku rûniştina hesabxwestinê bi paş keve ku dihat payîn îro li dar keve. Her wiha da zanîn ku dê di rûniştina îro de tenê projeya qanûna hilbijartina desthilata qanûnsaz a nû were nîqaşkirin.

Parlamentoya Lîbyayê rûniştina hesabxwestinê ji hikumeta El-Debîbe bi paş xist
30 tebax, 2021   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Al-Arebiye, rûniştina hesabxwestinê ji hikumeta Lîbyayê ku diviyabû îro li dar keta hat paşxistin ku pirs amade bibin.

Dê di rûniştina bê de pirsên li ser budceya hikumetê, awayên xerçkirinê, nakokiya bi fermandariya artêşa Lîbyayê re û neşandina parên hêzên leşkerî yên li rojhilata welat re werin kir.

Serokê hikumeta Wehde El-Weteniye Ebdulhemîd El-Debîbe duh xîtabî serokê parlamentoyê Aqîle Salih kiribû û ji xwestibû ku divê mijarên ku li ser werin pirsîn eşkere bibin da ku hikumet bersivên xwe amade bike.

El-Debîbe her wiha gotibû, beriya derkeve derveyî welat divê amadekariyên beriya hesabxwestinê bihatana kirin.

Beriya çend rojan di navbera serokê parlamentoyê û El-Debîbe de nakokî hebû. Serokê parlamentoyê gef li El-Debîbe xwar ku ew ê hikumetê dersînor bike û baweriyê jê bikişîne. Li gel wê jî El-Debîbe parlamento bi astengkirina xebata hikumetê tawanbar kir.

Têkiliya El-Debîbe û Salih piştî renxeyên serokê hikumeta parlamentoyê li hember redkirina budceyê bi nakok bûn.

Di heman demê de Salih gef li hikumetê xwar ku ew ê baweriyê ji serokê wê bikişîne heta di rûniştina hesabxwestinê de amade nebû. Ji ber ew li hember saziya qanûnê weke heqaretê ye. Salih hikumet bi navendîbûnê tawanbar kir û ew di yekkirina saziyan û nûnertiya tevahî herêman de bin ket.

(fr)