Rewşa xizmetguzariyê ya gundewarê Dêrazorê hate nîqaşkirin

Bi armanca nîqaşkirina rewşa xizmetguzariyê û çareserkirina pirsgirêkên heyî, li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê civîneke berfireh ji saziyên herêmê û meclisan re hate lidarxistin.

Rewşa xizmetguzariyê ya gundewarê Dêrazorê hate nîqaşkirin
30 tebax, 2021   14:10
DÊRAZOR

Meclisa Gel a Bajarokê Hecîn, endam û nûnerên tevahiya sazî, meclis û şaredariyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê beşdarî civînê bûn.

Beşdaran li rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir, pisgirêkên saziyên xizmetguzariyê pê re rû bi rû dimînin diyar kirin û awayê çareserkirina van pirsgirkan hate destnîşankirin.

Di dawiyê de beşdaran derbarî pêşxistina rewşa xizmetguzariyê de pêşniyarên xwe diyar kirin û ji bo demên bê plansazî danî. Her wiha xwestin ku mîna van civînan li tevahî herêmê warin lidarxistin.

Piştî vê civînê dê rêzecivînên mehane li dar bikevin da ku rewşa hemû saziyan û meclisên herêmê pêşbixe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/07mr0KtN9FA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>