Di kongreya li Cezaîrê de plana vekişandina çeteyan ji Lîbyayê hate nîqaşkirin

Nûnerê NY`yê yê taybet bi Lîbyayê Jan Kubis got, di demeke nêzîk de dê çavdêrên agirbestê li Lîbyayê were belavkirin. Di heman demê de behsa plana vekişandina çeteyên biyanî ji herêmê tê kirin. Wezîra karê derve yê Lîbyayê Necla Menqûş got: "Destwerdanên binketî" nakokiyan bigirêktir dikin û şer jî gurtir dike.

Di kongreya li Cezaîrê de plana vekişandina çeteyan ji Lîbyayê hate nîqaşkirin
30 tebax, 2021   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bi Lîbyayê Jan Kubis di kongreya dewletên cîranên Lîbyayê de ku li Cezaîrê li dar ket, destnîşan kir ku civata navneteweyî û saziyên navneteweyî amade ne piştgiriya lîbyayan di bidawîkirina şerê çekdarî de bikin.

Her wiha got, Komîteya Leşkerî ya Hevbeş (5+5) nîqaşa destpêkirina plana vekişandina çeteyan û hêzên biyanî ji Lîbyayê bi hevkarên navneteweyî re dike ku divê dewletên cîran jî tev li vê rêgehê bibin.

Mijarên girêdayî vekişandina çeteyan û çavdêriya agirbestê ji xalên herî girîng in yên ku komên li Lîbyayê di kongreya Cinêva ya giştî ya par de li ser lihev kiribûn.

Doza vekişandina çeteyan hîn ji astengiyên herî girîng ên ku welat pê re rû bi rû dimîne.

Têkildarî mijarê Kubis di kongreyê de ku dê du rojan dewam bike got, hewldanên lidarxistina hilbijartinên ku dê her kes encamên qebûl bike de hene.

Kongre bi beşdariya wezîrên karên derve yê Misir, Sûdan, Çat, Tunis û Malî berdewam dike.

Wezîra Karê Derve ya Lîbyayê Necla Minqûş got, "Destwerdanên binketî li welatê wê yê ji aliyê dewletên din nakokiyan bigirêktir dike û rageşiyê kûrtir dike."

Necla Menqûş ev li gotina xwe zêde kir: "Lîbya îro bi rêya xebata xwe ya dîplomatîk ji bo bihevre jiyaneke cîhanê dixebite." Her wiha got, Lîbya bi rêya hikumetek niştimanî ya ku ji hêla cîhan û neteweyan ve hatiye pîrozkirin gihîştiye mafê xwe yê niştimanî yê yekemîn.

Necla Minqûş da zanîn ku pêwîstiya wan bi ewlehî heye da ku lihevkirineke giştî çêbibe û bigihêjin nêrînekê ku pêşeroja Lîbyayê diyar bike û nêrîneke têkildarî aramiya Lîbyayê ku ji rêgehên leşkerî, ewlehî û aborî pêk were, were destnîşankirin.

(eh)