Şêniyên Tirbespiyê bang li Rûsyayê kir: Erkên xwe wek hêzeke garantor bicih bîne

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bang li Rûsyayê kir ku erkên xwe yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk bîne.

Şêniyên Tirbespiyê bang li Rûsyayê kir: Erkên xwe wek hêzeke garantor bicih bîne
30 tebax, 2021   08:37
QAMIŞLO

Şêniyên bajarokê Meşûqê yê navçeya Tirbespiyê dema dewriyeyay Rûsya di bajarok re derbas dibû, rê li pêşiya dewriyeyê girtin.

Şêniyên bajarokê Meşûqê bang li Rûsyayê kir ku erkên xwe yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk bîne.

Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de asta êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir.

Şêniyên herêmê ji ber bêdengiya Rûsya û Amerîkayê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hêrs in û diyar dikin ev ku bêdengî tê wateya ku şirîkên êrişên dewleta Tirk in ku qirkirina gelên herêmê û têkbirina biratiya gelan û Rêveberiya Xweser armanc dike.

Di 19`ê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker bi rêya dronan êrişî navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê kir û li ser rêya Elî Firo ya di navbera Qamişlo û Hesekê de erebeya yek ji fermandarên YPG`ê hedef girt.

Her wiha di 21`ê Tebaxê de saet di 22 :15`an de dîsa dewleta Tirk a dagirker erebeya sivîlê bi navê Ebdulah Cîman Hemê li gundê Qere Mezra yê başûr rojhilatê Kobanê kir hedef.

Di 22`yê Tebaxê de balafirên dewleta Tirk a dagirker erebeya fermandarekî hêzê leşkerî Dîb El-Eswed li pêşiya navenda birîndaran a li gundê Hîmo yê girêdayî Qamişloyê kir hedef.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3No3AwBnN5A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>