Di teqîna li balafirgeha Kabulê de deh leşkerên amerîkî  hatin kuştin

Çavkaniyên tibî yê Efganistanê ragihand ku di teqîna li balafirgeha Kabulê de herî  kêm 73 kuştî û birîndar hene. Li gorî, Foxnews, di teqînê de deh leşkerên amerîkî hatin kuştin.

Di teqîna li balafirgeha Kabulê de deh leşkerên amerîkî  hatin kuştin
26 tebax, 2021   19:27
NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê Pentagonê got, di her du êrişên li nêzîkî balafirgeha Kabulê de gelek birîndar û kuştî leşkerên amerîkî hene.

Berdevkê Wezarata Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew hejmara kuştiyên di teqîna li nêzî balafirgeha Kabulê û hejmara birîndaran piştrast dikin.

Rayedarên amerîkî got, teqîna yekemîn a li  balafirgeha  Kabulê bi rêya DAIŞ'iyekê ku bombe li xwe pêçandibû pêk hat.

Çavkaniyên raporên Kongreya Amerîkayê dişopînin ragihand ku rayedar komên Xorasanê  bi pêkanîna êrişa li balafirgeha Kabulê tawanbar  dikin. 

Çavkaniyan  ji Reutresê re daxuyand ku  serokê Amerîkayê Joe Biden dema vekişandina ji  Efganistanê ya 31`ê vê mehê neguhere.

(eh)