Li Derayê di topbarana hêzên hikumetê de kuştî û birîndar çêbûn

Di encama êrişa li dijî otobusa hêzên hikumeta Şamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 8 jî birîndar bûn. Her wiha di topbarana hêzên hikumeta Şamê li ser bajarê Tefesê de jinek û ciwanek hatin kuştin.

Li Derayê di topbarana hêzên hikumetê de kuştî û birîndar çêbûn
26 tebax, 2021   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku kesên nenas bi rêya mayinekê ku li ser rêya Newa-Şêx Miskîn a gundewarên Derayê danîbû, kemînek ji otobusa hêzên hikumeta Şamê re danî. Piştî ku mayin teqiya, çekdarên nenas bi guleyan êrişî otobusê kir.

Li gorî ajana SANA’yê, di encama êrişê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 8 jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve jî, SOHR’ê ragihand ku di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li ser bajarê Tefes ê gundewarên rojavayê Derayê de jinek û ciwanek hatine kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûne.

Îro di saetên sibê de hêzên hikûmeta Şamê bajarê Tefes ê li rojavayê Derayê bi top û moşekan topbaran kir. Top li malên welatiyan ketin û di encamê de birîndar çêbûn.

(bx)