Detayên qetilkirina şêniyekî efrînî bi destê çeteyên dewleta Tirk

Parêzerekî ji SOHR`ê re detayên bûyera qetilkirina welatiyekî ji Efrînê bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker, eşkere kirin.

Detayên qetilkirina şêniyekî efrînî bi destê çeteyên dewleta Tirk
26 tebax, 2021   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyê ku hatiye qetilkirin, ji gundê Gundê Mezin e û 22`yê Tebaxê hatî qetilkirin.

Hiqûqnas û nûnerê Desteya Qanûnî ya Kurd Hisên Neso ji Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) re axivî û detayên bûyera qetilkirina şêniyê ji Gundê Mezin(50) eşkere kirin.

Cenazeyê şêniyê ku hatiye kuştin, di nava zeviyên gundê Dargirê yê navçeya Mabatayê ya Efrînê de hat dîtin. Destên wî girêdayî bûn, nîşaneyên îşkenceyê li ser laşê wî hebûn û şûnên çend guleyan di sîngê wî de hebûn.

GEFÊN KUŞTINÊ

Hisên Neso destnîşan kir ku serçeteyê koma Siqûr El-Xab Mutez Ebdullah û birayê wî Mahêr Ebdullah ku gundên Keferşîlê, Gundê Mezin û Keferdelê Jêrîn kontrol dikin, gef li şêniyê efrînî yê kuştî xwarine. 

Şêniyê kuştî di 22`yê Tebaxê de diçe nava zeviya xwe ya li ser rêya gundê Dargirê da ku biajo. Lê piştî wê venagere malê. Derengiya şevê malbata wî dest bi lêgerînê dike û cenazeyê wî di nava erdê wî de dibîne. Ji şûnên guleyan hat naskirin ku bi debanceyeke 10 milî hatiye kuştin.

Neso diyar kir ku di navbera welatiyê ku hatiye qetilkirin û çeteyê bi navê Mutez Ebdullah de nakokiyek derketiye ku Mutez Ebdullah hewşa birayê welatiyê hatiye qetilkirin, desteser kiriye.

Piştî çend rojan ji bûyerê, di navbera çeteyên Firqeya El-Hemze û Cebhe El-Şamiye de li ser milkên ku hatine desteserkirin, şer derket. Di dawiyê de Cebhe El-Şamiye hemû navendên Firqeya El-Hemze û mal û milkên ku çeteyê bi navê Mutez Ebdullah û birayê wî desteser kiribûn, kontrol kirin.

Parêzer Neso bi bîr xist ku beriya bûyerê bi çend rojan çeteyê bi navê Mutez Ebdullah gef li welatiyê efrînî yê qetilkirî xwaribû, bi taybet piştî ku Cebhe El-Şemiye herêm kontrol kir. Wê demê Mutez û birayê wî hewl didin kel û pelên di hewşa birayê welatiyê efrînî de bidizin.

SÛCÊN ŞER

Di dawiyê de parêzer Neso destnîşan kir ku ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve di Adara 2018`an de, sûcên li dijî xweza û mirovan li Efrînê ranewestîne.

(şx)