Aram Hena: Baweriya me bi hêza me heye ku dê projeyên mêtîngeriyê têk bibe

Berdevkê QSD`ê Aram Hena got, baweriya wan bi hêza wan (QSD) heye ku dê planên mêtîngeriyê yên li dijî herêmê têk bibin. Hena bang li hêzên navneteweyî yên li Sûriyê aktîv in kir ku rola xwe li hember herêmê pêk bînin.

Aram Hena: Baweriya me bi hêza me heye ku dê projeyên mêtîngeriyê têk bibe
24 tebax, 2021   05:54
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Berdevkê QSD`ê Aram Hena ji ajansa me re behsa şerê ku QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê meşandiye kir û got: "Me gelek pêngavên leşkerî li dijî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst dest pê kirin, me gelek herêm û bajarên xwe rizgar kirin, bi taybet di pêngava rizgarkirina Minbicê de me derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dan û me tê de zêdetirî 500 şehîd da."

Hena behsa qonaxa piştî dagirkirina hin herêmên Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve kir û wiha dewam kir: "Piştî rizgarkirina Minbicê di 15`ê Tebaxa 2016`an de, dewleta Tirk a dagirker hemleya bi navê 'Diri El-Furat' ragihand û bajarên Carablus û Ezaz dagir kirin ku bû destpêka dagirkirina herêmên Sûriyê."

ꞌDIJMINÊ DÎROKÎ YÊ KURD, EREB, SURYAN Û ASÛRAN, DEWLETA TIRK Eꞌ

Aram Hena wiha axaftina xwe berdewam kir: "Terorîstan ji bo derbasbûna herêmên me xaka Tirkiyê bi kar anîn, piştgiriyeke tibî, lojistîkî û leşkerî ji dewleta Tirk wergirtin. Me ev yek bi awayekî eşkere dît û bi rêya lixwemikurhatinên gelek terorîstan ev yek hate belgekirin. Li gel wê jî me gelek belge û pesportên ku mohrên dewleta Tirk a dagirker lê hene bi dest xistin."

Hena îşaret bi dijminatiya dîrokî ya dewleta Tirk ji gelên herêmê re kir û ev tişt got: "Dewleta Tirk ji berê ve û heta niha dijminekî dîrokî yê herêmê ye. Dewleta Tirk her tim li hember kurdan şer dike, bi serê Suryan û Asûr de gelek komkuj pêk anîn."

Aram Hena îşaret bi dijminatiya dewleta Tirk a ji projeya demokratîk a li herêmê re kir û diyar kir ku dewleta Tirk projeya Rêveberiya Xweser li ser xwe gefeke rasteqîn dibîne û sûcên wê yên li dijî gelên herêm vê yekê eşeker dikin.

ꞌBAWERIYA ME BI HÊZÊN ME HEYE KU EW Ê PROJEYÊN DAGIRKERANE TÊK BIBINꞌ

Aram Hena bal kişand ser baweriya bi hêzên wan QSD`ê di parastina herêmê de û wiha axaftina xwe dewam kir: "Baweriya me bi hêzên me heye ku dê van projeyên mêtîngeriyê têk bibin. Ji ber armanca wan projeyan derbekirina pêkhateyên herêmê ye, bi taybet gelên Kurd, Suryan û Asur ên ku gelek azar ji terora Osmanî ya berê û heta niha ve dîtine tune bikin."

Hena îşaret bi berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker kir û bi domdarî got: "Pêwîstiya vê yek bi nirxandineke zêde tune ye, ji ber kesên şopandarên rewşa Sûriyê berjewendiyên dewleta Tirk ên ji destpêkê û heta niha ve dizanin. Dewleta Tirk dixwaze herêmên din ên Sûriyê dagir bike û projeya ewlehiyê ku QSD’ê bi keda qurbaniyan a li dijî terorê pêk aniye, derbe bike."

Hena got: "Em bi nasnameya xwe ya sûrî û pirreniya xwe serbilind in, ji ber ku pirrengiya me nabe cihê nakokiyê.

Bi mijarê ve girêdayî Hena destnîşan kir ku Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên herêmê ev hêz ava kir û wiha pê de çû: "Li ser xwesteka me, me biryar da ku hemû herêman ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û çarçoveyeke ku tê de bi azadî û bi rûmet bijîn bikin û li ser vê bingehê me projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ava kir û em pê bawer in."

Hena bal kişand ser siyaseta tirkkirinê ya li herêmên dagirkirî û ev lê zêde kir: "Dagirkeriya Tirk gelek sûc pêk anîn û hîn jî li herêmên ku dagir kirine pêk tîne, lîreya Sûriyê bi ya tirkî guhart û nasnameyên kesayetî guhartin û gelek sûcên hovane pêk anîn, ji wan hedefgirtina avahiyên perwerdê û binesaziyên ku xizmeta gelê herêmê dikin."

Dagirkeriya Tirk bi piştgiriya çeteyên xwe hewl da herêmên di bin kontrola xwe de biguhere, girêdayî vê Aram Hena ev tişt got: "Her kes dibîne ku Serêkaniyê ji niştecihên xwe yê resen, ji Suryan û Asûrên ku li bajêr pêkhateyekî sereke bûn, vala bûye, di heman demê de ji kurdên ku bi pêkhateyên din ên herêmê re hevgirtî ne vala bûye. Ev rewş ji bo Efrîn, Serêkaniyê, Carablus, Ezaz, Bab û herêmên din ên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine dagirkirin jî derbasdar e."

ꞌJI TERORÎSTAN RE DEVEREKE GUNCAW Eꞌ

Hena diyar kir ku herêmên dagirkirî ji terorîstan re bûne devereke guncaw da ku lê bijîn, rê li pêşiya wan vekiriye ku terora xwe lê pêk bînin. Ev yek derfeteke zêde çêdike ku dagirkerî û çeteyên wê herêmên nû derbe bikin.

Aram Hena îşaret pê kir ku rêxistinên terorîst ên wekî DAIŞ`ê piştî ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çûn, careke din li herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin derdikevin.

Aram Hena bang li civata navneteweyî û hemû dewletên bi kar û barên Sûriyê ve aleqedar in kir û got: "Van sûcan bibînin û yekser şermezar bikin, her wiha gavên hîn baştir biavêjin da ku bikevin xizmeta gelê herêmê û xwestekên wan. Li aliyekî din jî nabe ku dagirkeriya Tirk sûcên xwe digel bêdengiya navneteweyî ya şermînî de berdewam bike."

Berdevkê QSD`ê bi bîr xist ku hewldanên civata navneteweyî hene da ku li dijî dagirkeriya Tirk gavên cidî biavêje û wiha axaftina xwe bi dawî kir:  "Têkiliyên me bi gelek aliyên herêmî û navneteweyî re hene ku van sûc û kiryarên çete û dewleta Tirk a dagirker pêk tîne teşhîr bikin û em wan yekser bi tundî şermezar dikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TGfzBMVQj4A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>