Duran Kalkan: Dijmin carekê li me bixe, divê em du caran lê bixin

Duran Kalkan piştrast kir ku gerîla xwedî wê hêzê ye ku bi pêngavekê dagirkeriyê têk bibe û destnîşan kir ku plansaziya dijmin heta asteke girîng hatiye têkbirin û got "Heke ew carekê li me bixe, divê em du caran lê bixin. Bi vî rengî em ê bikarin dest û milê dijmin bişikînin."

Duran Kalkan: Dijmin carekê li me bixe, divê em du caran lê bixin
24 tebax, 2021   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan beşdarî 'Bernameya Taybet' a Medya Haber TV bû û anî ziman ku weke tevger û gel bi rengekî xurt dest bi sala 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê kirine.

Duran Kalkan diyar kir ku di pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan de ew gihîştine asta herî bilind û got: "Ya ku mohra xwe li vê asta bilind xist, çalakiyên gerîla yên ji bo silavkirina sala 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê bûn. Ya esasî û diyarker jî ev bû. Ev gelekî girîng û bi wate bû. Li her derê çalakî bûn. Ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku hewl didin dagir bikin, her wiha li tevahiya eyaletên bingehîn ên bakurê Kurdistanê li Gever, Botan, Serhed, Dêrsim, Amed, li her derê çalakî hatin lidarxistin û derbên giran hate xistin."

Kalkan destnîşan kir ku ev çalakiyên gerîla nîşan didin ku sala 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê wê bibe sala mezinkirina têkoşînê, sala serketinê.

PÊVAJOYA NÛ YA ÇALAKIYAN

Duran Kalkan bi bîr xist ku li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ji 23'ê Nîsanê ve berxwedan dewam dike û got, "Heftanîn û Xakurkê jî li vê zêde dibe. Ji Xakurkê heta Geverê, heta Şemzînanê çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin. Wê çalakiyên hîn xurtir bêne kirin. Pêvajoya li pêşiya me ew pêvajo ye ku ji aliyê leşkerî ve em ê pêngavan bi hîn behtir çalakiyan mezin bikin. Em vê pêvajoyê weke pêvajoya çalakiyan xurt ên gerîla dinirxînin ku wê derbeke nû ya têkbirinê li faşîzma AKP-MHP'ê bixe. Pêvajoyeke bi vî rengî wê bi rê ve biçe."

Duran Kalkan anî ziman, gerîlayên ku xwedî ew qas tecrube ye, heta niha hemû zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakiriye, xwedî wê hêzê ye ku bi pêngavekê dagirkeriyê têk bibe û destnîşan kir ku di vê mijarê de rêbaza dijmin û plansaziya dijmin di asteke girîng de hatiye têkbirin.

Kalkan diyar kir ku gerîla wê çalakiyên xwe berfirehtir bikin û wiha dewam kir: "Bêguman eger PDK bi rengekî neyînî hîn jî tev negere. Hîn jî li wê eniyê rewşeke metirsîdar heye. Biryargeha me eşkere kir. Tiştekî ku em lê zêde bikin nîne. Ne pêwîst e ku em dubare bikin. Gef û metirsî dewam dike. Pozîsyona bêberpirsyarî ya PDK'ê dewam dike. Ev pozîsyon dibe asteng ku derbeke girantir li dagirkeran bê xistin û dagirkerî bê şikandin. Divê her kes bi vê zanibe. Ji xwe tê eşkerekirin. Eger ev astengî dewam neke, pêvajoya bê wê bibe ewpêvajo ku derba girantir li dagirkeran bê xistin û dagirker bêne têk birin."

‘PKK BI ÊZIDIYAN RE YE’

Duran Kalkan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û anî ziman ku faşîzma AKP-MHP'ê ji xwe re kiriye mîna kevneşopî ku di her salvegera 15'ê Tebaxê de êrişî Şengalê bike.

Kalkan êrişa herî dawî weke êrişeke hovane pênase kir û got: "Li nexweşxaneye xist. Tu eleqeya Şengalê bi sînorên dewleta Tirk re nîne. Li cihekî ku ti eleqeya xwe bi rêveberiya dewleta Tirk re nîn e, li Şengalê bi rengekî hovane êriş li dijî civaka Kurd a êzidî tê kirin. Ev yek jî li pêş çavên cîhanê tê kirin. Êrişên herî dawî li dijî nexweşxaneyê hate kirin. Beriya wê îradeya Şengalê, îradeya azad, ewladê leheng, şorşeger û welatparêzê Kurd ê mezin Seîd Hesen qetil kirin, tevî ewlekarê wî. Yê ku herî zêde bi Mam Zekî re kar kir ew bû. Di pêşîgirtina qirkeriya DAIŞ'ê de, di îradebûna azad a li ser bingeha xweseriya demokratîk a Şengalê de para xwe gelekî zêde bû. Rêberekî rasteqîn ê gel bû. Lîder û îradeya Kurdên êzidî yên li Şengalê bû. Civak, îradeya xweser a demokratîk temsîl dikir, fermiyeta xwe hebû. Kesekî bi vî rengî bêguman bi zanebûn, bi plankirî qetil kirin. Seîd Hesen bû şehîdekî 15'ê Tebaxê. Mîna Mam Zekî. Bi navê rêveberiya PKK'ê vî şehîdê mezin bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînim. Sersaxiyê ji malbata wî û xizmên wî re dixwazim. Êşa gelê me parve dikin. Me her tim ev tişt got; PKK û Kurd hemû her tim bi êzidiyan re ne. Îradeya xwe ya azad dikin esas. Bê şert wê her tim piştgiriyê bide vê sekna bi îrade vê sekna azad. Divê ev yek bê zanîn. Tu hêz nikare PKK'ê û gelê Kurd ji vê helwestê vegire."

Kalkan destnîşan kir ku rastiya fikrên PKK'ê careke din piştrast bû û wiha dewam kir: "Kurdîtiya êzidî ya li Şengalê, xelkên Şengalê divê li ser bingeha xweseriya demokratîk azad be. Pêwîste di wê astê de bin ku karibin xwe bi rê ve bibin, xwe biparêzin. Eger ev nebe wê çi bibe? Mîna 16 û 17'ê Tebaxê wê komkujî bibe. Ev eşkere bû. Niha hinek radibin dibêjin 'rêveberiya xwe, hêzên xwe yên parastinê ji hev belav bikin'. Çima wê vê bikin? Ji bo dewleta Tirk li wna bixe, xerab ike, hilweşîne û tune bike gelo divê vê bikin? Dihate gotin ku pêwîstî bi vê nîne. Baş e, yê ku dibêjin pêwîstî pê nîne li ku ne? Dema ku balafirên Tirk li nexweşxaneyê xistin, li ku bûn? Li dijî vê çi kirin? Tiştek nekirin. Lewma êdî tiştekî ku ew bêjin nemaye. Gelo bi rastî jî Iraqek maye? Dewleteke Iraqê heye? Li Bexdayê rêveberiyek heye? Ev mijareke bûye cihê nîqaşê. Eger hebe, li ku ye? Yên ku ewqas gotinan li dijî êzidiyan dibêjin, dema ku balafirên Tirk li nexweşxaneyê xistin, dema ku fermandar, dîplomatê civaka êzidî li naverastê qetil kirin, li ku bûn? Civaka êzidî wê hînê ji çi yê van bawer bike? Wê baweriya xwe bi kîjan gotinê bîne? Lewma rewş eşkere bûye, li pêş çavan e. Her tişt ji bo dek û dolaban, ji bo berjewendiyan e. Dikare bê gotin ku her kes li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Belê, em jî dixwazin welê bikin. Her tiş li pêş çavan e. Naxwazim bêjim filan kesî ev tişt kir, bêvan kesî ev tişt kir. Ya muhîm ew e ku em ê çi bikin? Mesele ew e."

‘MIROV TENÊ BI TÊKOŞÎNÊ DIKARE LI SER PÊYAN BIMÎNE’

Duran Kalkan destnîşan kir ku divê ders ji van bûyeran bêne derxistin û got: "Mirov tenê bi têkoşînê, bi şer dikare li ser piyan bimîne. Divê em têbikoşin. Kurdên êzidî jiyana xwe ya xweseriya demokratîk dikare bi xwe ava bike, bi xwe bi rêxistin bike. Kes vê yekê nade wan. Divê mirov li benda kesî nemîne ku bide mirovan."

Duran Kalkan anî ziman ku divê mirov bi xwe rêxistin bike, perwerde bike, dijminê xwe nas bike, li dij têbikoşe, dest û milê dijmin bişikîne û got: "Divê mirov welê li dijmin bike ku nikaribe êrişî te bike. Ew çawa êrişî te dike, çawa dijminatiyê li te dike, herî kêm bi qasî wî divê tu jî di pozîsyona êrişa dijî dijmin de be, têbikoşe. Ev dinya bi vî rengî ye, jiyan bi vî rengî ye. Divê em xwe bi vî rengî perwerde û bi rêxistin bike û têbikoşe. Di vir de hinekî lawazî hebû. Li hemberî êrişan, di wergirtina tedbîran de lawazî heye. Vaye êriş kirin, bi rastî jî gelekî giran bû. Di asteke welê de ye ku kes ji me nikare qebûl bike. Li aliyê din, di seferberkirina derfetan ji bo têkoşîna hilweşandina faşîzmê de lawazî heye. Tenê daxuyanî tê dayin. Çima? Kes bi dest û milê me digire? Eger dijmin carekê li me dixe, divê em du caran lê bixe, herî kêm divê me carekê lê bixe. Gelo lêdan ne mafê me ye? Eger hinek radibe li me dixe, wê demê çima lêxistin ne mafê me jî be? Çi dikare pêşî li me bigire? Gelo ev ne parastina rewa ye? Dane nava hin pênaseyan. Nizanim bê kê ev afirandiye. Mîna ku hiqûqeke navneteweyî hebe, mîna ku li cîhanê edalet heye em hewl didin bi hiqûq-edaletê xwe bi sînor bike. Tiştekî Kurdan nîne ku xwe pê bi sînor bike, astengiyan deyne pêşiya xwe. Li vê cîhanê ji bilî mirinê tiştek ji Kurdan re nayê dayin. Divê em bi aqilane tevbigerin. Eger em bi vî rengî têbikoşin hingî dikarin dest û milê dijmin bişikînin. Dijmin ji lawaziya me sûdê werdigire. Faşîzma AKP-MHP'ê ya li ber hilweşînê ye, ew qasî teşhîr bûye, ji gerîla derbê dixwe. Binerin hatiye vê nuqteyê."

Duran Kalkan destnîşan kir ku bûyerên diqewimin divê rast bêne fêhmkirin û got: "Divê em zanibin ku em her tiştî dikarin bi têkoşînê bi dest bixin. Em ê xwe perwerde bikin, bi rêxistin bikin, têbikoşin, ji hêza xwe piştrast bin. Rewabûna me em bi xwe ne. Fermiyeta me em bi xwe ne. Pêwîstî pê nîne ku em bi derdorê re dema xwe derbas bike."

Kalkan diyar kir ku bûyera qewimî gelekî giran bû, divê dersên girîng jê bêne derxistin û got: "Ji bo bîranîna Mam Zekî û Seîd Hesen, divê em bi sekneke rast, bi rêxistiniyeke rast têbikoşin."

Duran Kalkan destnîşan kir ku tola Mam Zekî jî, tola Seîd Hesen jî dê qat bi qat bê hildan.

DAXUYANIYÊN BEŞAR ESAD

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan di dawiya axaftina xwe de daxuyaniyên serokê hikumeta Şamê Beşar Esad nirxand ku qala pêwîstiya bi rêveberiya nenavendî ya li Sûriyê dikir.

Kalkan diyar kir ku wan daxuyaniyên Beşar Esad ji ser çapemeniyê şopand, gelekî girîng û bi wate dî tû got: "Jixwe dema ku Sûriye ava bû, navendî nebû. Ji rêveberiyên herêman pêk dihat. Avakirina rêveberiyeke navendî ya ewqasî giran li Sûriyê ji aliyê cografî jî ji aliyê civakî jî nepêkan bû. Cihêrengî gelekî zêde ye. Mirov dikare vê bêje; ferzkirina rêveberiya navendî Sûriye xiste nava vî şerê ku 10 sal in dewam dike. Ev yek Sûriyê parçe dike. Dikarim bi rengekî eşkere bêjim. Eger navendîbûn bê ferzkirin, ev yek wê Sûriyê parçe bike. Rêbazeke rêveberiyê ya nenavendî, ya rêveberiya xurt a herêmî wê yekitiya Sûriyê misoger bike.

Ji aliyê siyasî ve nêzîkatiya rast bi vî rengî ye. Çima? Ji ber ku her kes hingî dikare xwe bi rengekî azad îfade bike, xwe bi rê ve bibe. Wê hingî xwedî li yekparebûna Sûriyê derkeve. Eger di nava piştevaniyê de rêveberiya xwe ava bikin, wê ew piştevanî Sûriyê xurt bike. Kes wê li ber ranebe, wê parçe nebe. Mirov hingî çima li ber rabe, çima parçe bike? Ev girîng e. bi dîtina me divê ev yek hatibe dîtin. Ji ber ku gelek komên olî, neteweyî û etnîk hene. Bi taybetî Kurd û rcivakên ji gelên cuda hene. Xwerêveberî bêguman girîng e. Va ye mezhebên cuda hene. Divê ew bên dîtine. Bajar çêbûn, herêmên Sûriyê hene. Em jî nas dikin yanî. Berê jî rêveberiyên herêmî hebûn."

Duran Kalkan diyar kir ku berê li Sûriyê rêveberiyeke welê navendî tune bû û got: "Em hêvîdarin ku van hemûyan dinirxînin. Çareyeke cuda nemaye. Divê êdî dereng nemîne. Niha şer gihîştiye astekê, lewma divê mirov çareseriyê peyda bike. Nexwe eger dem di ser re derbas bibe wê firsendên çareseriyê jî ji holê rabin. Em hêvîdar in ku encameke van hemûyan hebe. Me girîng, bi wate dît, em ê bişopînin."

Duran Kalkan destnîşan kir ku avabûna Sûriyeyeke demokratîk, rêveberiyên xwecih û herêmî, parastina xweseriyê gelekî girîng û bi bandor e.

Kalkan got: "Ev yek wê Sûriyê li herêmê bike modeleke çareseriyê. Hem wê yekitiyê biparêze, hem jî wê bike modela çareseriyê, wê bike pêşeng û xurt bike."