Peyama jinan ji QSD re: Em bi we re ne

Jinên Qamişlo peyamek ji şervanên QSD`ê rê rêkir û got: "Em ji îrade û berxwedana we ya li dijî dagirkeriya Tirk bawer in û em ê li kêleka zarokên xwe li ber xwe bidin."

Peyama jinan ji QSD re: Em bi we re ne
24 tebax, 2021   03:11
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Şervanên QSD`ê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin. Lê li aliyekî din jî dewleta Tir a dagirker bi balafirên keşfê herêmê bomebebaran dike û erebeyên sivîlan dike armanc. QSD`ê destnîşan kir ku ev êriş qonaxeke nû ji siyaseta dewleta Tirk a li dijî herêmê ye.

Li hemberî van êrişan, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî dikin.

/kr/uploads/files/2021/08/23/191455_-.webp

Welatiya bi navê Fadiya Silêman êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û got, ew ê rê nedin ku dewleta Tirk herêmên din dagir bike.

Fadiya Silêman bang li şêniyan kir ku ji hewldanên dagirkeriya Tirk hişyar bin û li dijî van êrişan helwesteke xurt nîşan bidin.

Fadiye Silêman ev li gotina xwe zêde kir: "Em ê li kêleka zarokên xwe li ber xwe bidin da ku parastina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bikin. Em ê erd û mala xwe ji faşîzma Tirk re nehêlin, ji ber ku jiyana me ya li ser erda welatê me mafê me yê rewa ye."

Fadiye Silêman xîtabî şervanên QSD`ê kir û wiha gotina  xwe bi dawî kir: "Em ji îrade  û berxwedana we ya li dijî dagirkeriya Tirk bawer in û em ê heta dawiyê li pişt we bin."

ꞌBI SAYA  QSD`Ê EM LI MALÊN XWE BI ARAMÎ Û EWLEHÎ DIJÎNꞌ

/kr/uploads/files/2021/08/23/191520_-.webp

Welatiya bi navê Hediye Remo diyar kir ku dagirkeriya Tirk sivîl û zarokan dike armanc û goristanên şehîdan û nexweşxaneyên sivîlan tobparan dike û wiha got: "Gelo bi kîjan heqî dagirkeriya Tirk êrişî gel û welatiyên me dike? Em soz didin ku rêya berxwedanê li kêlek hêzên xwe yên leşkerî heta serkeftinê bişopînin û wê serê me bilind be."

Hediye Remo îşaret bi bêdengiya Rûsya û Amerîka ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û wiha got: "Bêdengiya wan nîşaneya piştgiriya wan a dagirkeriya Tirk ye, ji ber ku berjewendiyên wan jî bi dagirkeriyê re hene."

/kr/uploads/files/2021/08/23/191435_-.webp

Welatiya bi navê Selma Mihemed a ji pêkhateya Ereb û got: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker disekinin, bi hebûna hêzên QSD`ê em hemû li malên xwe bi ewle û aramî dijîn, ji lew re em nahêlin herêmên me dagir bike û em ê bi yekitiya pêkhateyên herêmê êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin."

(eh)

ANHA