PYD`ê bang li NATO kir: Rê li êrişên dewleta Tirk bigire

PYD bang li NATO`yê kir ku rê li êrişên dewleta Tirk bigire ya ku bi êrişên xwe li dijî herêmê pîvanên NATO`yê, qanûnên navneteweyî û pîvanên exlaqî paşguh dike.

PYD`ê bang li NATO kir: Rê li êrişên dewleta Tirk bigire
20 tebax, 2021   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da û bang li civata navneteweyî û hêzên demokratîk kir ku piştgiriyê bidin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

PYD`ê di destpêka daxuyaniya xwe de got: “Ji dema ku hêzên tarî yên girêdayî dewleta Tirk a faşîst nekarîn planên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin û vir ve dewleta Tirk bi hêzên xwe û hemû derfetên ku ji NATO`yê digire mudaxele kir. Di encamê de Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û qanûnên navneteweyî binpê kirin. Di êrişên xwe de rêz ji rêgezên exlaqî û mirovî re negirt û bê cudahî sivîl kirin hedef. Ji Her wiha hewl dide sivîlan bi tîbûnê û birçîbûnê bikuje.”

DI DIJMINATIYÊ HEWL DIDE HEVSENGIYÊN XWE YÊN HUNDIRÎN BIPARÊZE

PYD`ê di daxuyaniya de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gund û herêmên Rêveberiya Xweser û got: “Ew ji van êrişan armanc dike, sivîlan bitirsîne. Bi rêya ajanan kesayetên li herêmê dike hedef da ku fitneyê di navbera pêkhateyan de derxîne. Êrişa wê ya vê dawiyê ya li dijî herêmên Zirgan û Til Temirê, hedefgirtina navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, hedefgirtina erebeya li ser rêya Elî Fero û ya li başûrê Kobanê, hemû isbat dikin ku dewleta Tirk ji ber aloziyên xwe yên hundirîn û derve har bûye.”

PYD`ê diyar kir ku dewleta Tirk ji ber siyasetên xwe yên dijminane û şaş ên li dijî cîhanê, her wiha ji ber aloziyên xwe yên hundirîn û ji ber ku nikare welat bi rêve bibe, rojên xwe yên dawîn dijî. Bi rêya vê dijminatiya bêsînor hewl dide hevsengiyên xwe yên hundirîn biparêze.

BERXWEDANA CIVAKÊ RÊYA SERKEFTINA LI DIJÎ FAŞÎZMA TIRK E

PYD`ê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtî bin, xwe bi rêxistin bikin û bi ax, gund û bajarên xwe ve girêdayî bin, Ji şerê taybet û fitneya ku ajanên dewleta Tirk a faşîst belav dike hişyar bin û Piştgiriya bidin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD).

PYD`ê teqez kir ku berxwedana civakê rêya yekane ya serkeftina li dijî faşîzma Tirk e.

Partiya Yekitiya Demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civata navneteweyî û hêzên demokratîk kir ku li kêleka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin. Her wiha bang li NATO`yê kir ku rê li pêşiya endama xwe (dewleta Tirk) bigire ku qanûn û rêgezên NATO`yê û qanûnên navneteweyî û heta pîvanên exlaqî paşguh dike.

(şx)