Malbat, parêzer û wasiyê rêber Ocalan serî li Serdozgeriyê dan

Malbat, parêzer û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbat, parêzer û wasiyê rêber Ocalan serî li Serdozgeriyê dan
20 tebax, 2021   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin roja duşemê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, wasiyê wî Mazlûm Dînç û xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişa Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.