SOHR: Îsraîlê nuqteyên Hizbullahê yên li Şamê kirin hedef

SOHR`ê ragihand ku duh bi şev Îsraîlê nuqteyên leşkerî yên Hizbullahê yên li Şamê kirine hedef.

SOHR: Îsraîlê nuqteyên Hizbullahê yên li Şamê kirin hedef
20 tebax, 2021   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh bi şev Îsraîlê depoyên çekan û nuqteyên leşkerî yên Hizbullahê Lubnanê yên li herêma Qare ya di navbera Şamê û Himsê de kirine hedef. Heta niha agahiyên der barê ziyanan de nehatine bidestxistin.

Hêzên Hizbullahê li wê herêmê zêde ne û ji bo qaçaxiya sotemeniyê ji Sûriyê ber bi Lubnanê ve têne bikaranîn. Pergala parastinê ya li Qasiyonê û çiyayê El-Manî û Lîwaya 91 hewl dan êrişê bişikînin.

SOHR`ê di 17`ê Tebaxê de ragihandibû ku şewat li baregeheke leşkerî ya hikumeta Şamê û yên komên Îranê pêk hatibû. Ev şewat di encama 3 moşekên Îsraîlê de li Tilê Qirs El-Nefel li rojavayê bajarokê Heder ê bakurê gundewarên Quneytarayê çêbûbû. Lê agahiyên der barê ziraran de nehatibûn bidestxistin.

(şx)