TEV-DEM’ê banga xurtkirina têkoşînê li dijî dagirkeriya Tirk kir

TEV-DEM`ê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir û bang li gelê herêmê kir ku têkoşînê mezin bikin da ku layîqî xeta şehîdên komkujiyên Til Temir û Zirganê bin.

TEV-DEM’ê banga xurtkirina têkoşînê li dijî dagirkeriya Tirk kir
20 tebax, 2021   06:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û Şengalê daxuyaniyek da raya gişt.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a faşîst di vê dawiyê de êrişên xwe yên hewayî zêde kirine. Hemwextî geşedanên li Efganistanê sûcên dîtir li herêmê pêk tîne. Bi vê yekê hemû lihevkirinên wê yên bi Rûsya û Amerîkayê re yên têkildarî herêmên sînor, binpê kirin. Êdî bûye aliyê yekane ku bi hemû rêbazan şerekî dijwar li dijî vîna gelên herêmê dimeşîne û hevsengiya li herêmê bixe xetereyê.

Di kêmtirî hefteyekê de dewleta Tirk a dagirker li hemberî bêdengiya civaka navneteweyî, hikumetên Bexda û Hewlêrê gelek sûcên hovane li dijî sivîlan li Şengalê pêk anîn. Bê dudilî sûcên xwe yên li Rojava temam kirin, êrişî navçeya Zirganê û herêma Til Temirê ya tijî sivîl kir û di encamê de gelek kes şehîd bûn û birîndar bûn. Her wiha li Şehbayê jî bi awayekî domdar erebeyên sivîlan dike hedef û herêmê topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker ji sûcên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne, pê armanc dike vîna civakên berxwedêr û têkoşer bişikîne ku ji bo jiyaneke birûmet û azad tê dikoşin.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker, sûcên sûcdarên şer ên cîhanê derbas kiriye, çi Pinochet li Çiliyê, Milosevîc li Yugoslavyayê û Mussolînî li Îtalyayê. Lê ev sûcên dewleta Tirk vîna me naşikînin ji ber ku ew li ser nirxên pîroz, pîvanên exlaqî yên berxwedana li hemberî dagirkeran ava bûye.

Em bi tundî bêdengiya civata navneteweyî û dewletên Koalîsyona Navneteweyî yên têkildarî rewşa herêmê û Rûsyayê şermezar dikin. Divê ji bêdengiya xwe ya li hemberî sûcên dewleta Tirk derkevin.

Em bang li gelê Kurd û hemû pêkhateyan dikin ku têkoşînê mezin bikin da ku em layîqî xeta şehîdên komkujiyên Zirgan û Til Temirê bin.”

(şx)

ANHA