Meclisa Kantona Şehba êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal şermezar kirin

Meclisa Kantona Şehba êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û û got, tişta ku DAIŞ'ê nedikarî temam bike, didomîne.

Meclisa Kantona Şehba êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal şermezar kirin
19 tebax, 2021   14:52
ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclisa Kantona Şehba û endamên komînan li pêşiya avahiya meclisê ya li navçeya Fafînê kom bûn. Endama meclisê Buseyna Kalo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk teroreke din pêk tîne û careke din qanûnên navneteweyî û rêgezên cîrantiyê bin pê dike. Di dîroka 16 û 17'ê Tebaxê de êrişeke hawayî bire ser bajarê Şengalê ku tije sivîlên Kurd, Ereb û Êzidî in. Êzidiyên Şengalê di Tebaxa 2014'ande rastî komkujiyekê ji aliyê terora DAIŞ'ê ve hatibû. Di encamê de bi hezaran bûn qûrbanî. Îro dewleta Tirk tişta ku DAIŞ'ê nedikarî temam bike, didomîne û êrişî Şengalê dike. Dewleta Tirk a faşîst û dewletên herêmî û navneteweyî yên pê re nexweşxaneyeke Şengalê kirin hedef. Ev kiryarê li dijî civaka êzidî ku li ber çavê civata navneteweyî tê kirin bi armanca têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmê ye.

Bi navê şêniyên kantona Şehbayê em êrişên terorîst û dijminane yên dewleta Tirk ên li ser bajarê Şengalê û bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê şermezar dikin û ji wan re dibêjin, dema ku DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir û bi ehzaran jin û zarok qetil kirin û dîl girtin û li bazaran firotin hûn li kuderê bûn.

Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirekr ên li dijî êzidiyên Şengalê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin bekevin tevgerê."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hNnffWrkh_w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>