Meclisa Kantona Qamişlo bi rûspiyên eşîrên herêmê re civiya

Hikmet Hebîb da zanîn ku Rêveberiya Xweser têkildarî diyaloga sûrî-sûrî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bi israr e, li kêleka wê jî Nezîre Gewriyê diyar kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide pirsgirêkên xizmetguzarî yên li herêmê çareser bike, lê astengî derdikevin.

Meclisa Kantona Qamişlo bi rûspiyên eşîrên herêmê re civiya
19 tebax, 2021   14:51
QAMIŞLO

Meclisa Kantona Qamişlo ji bo nirxandina rewşên siyasî û xizmetguzarî bi rêya rûspî û şêxên eşîrên Suryan, Ereb û Kurd ên li herêma Dêrik û navçeyên wê re civiya.

Civîn li Navenda Aram Dîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan ê Girkê Legê hat lidarxistin, tê de rûspiyên eşîrên Suryan, Ereb û Kurd ên li herêma Dêrik, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, nûnerên ji saziyên ewlehî, xizmetguzarî û civakî amade bûn.

‛HIKUMETA ŞAMÊ DI PÊKANÎNA DIYALOGÊ DE BI SÛRIYAN RE NE CIDÎ YE’

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb pêşdeçûnên siyasî nirxandin û got: "Hikumeta Şamê di pêkanîna diyalogê de bi sûriyan re ne cidî ye û naxwaze bi kesekî re hevkar be. Her tim Rêveberiya Xweser û şêniyên herêmê bi îxanet û ajaniyê tawanbar dike. Tevî ku me gelek caran bang lê kir ku tev li diyalogê bibe. Lê heta niha ji bo çareserkirina krîzê tiştekî jî pêşkêş nekiriye."

‛RÊVEBERIYA XWESER VÎNA GEL E Û XIZMETÎ TU PROJEYEKÎ AMERÎKÎ NAKE’

Li ser daxuyaniyên dawî yên li dijî Rêveberiya Xweser Hikmet Hebîb eşkere kir ku Rêveberiya Xweser ji vîna gel hat damezrandin û xizmetî tu projeyekê nake û ev tişt got: "Koalîsyona Navneteweyî dît ku QSD’ê birêxistinkirî û perwerdekirî ye pê re hevkarî danî. Em hewl dide projeyeke demokratîk a nenavendî ava bikin."

‛ESED TAWÎZAN DIDE CIVAKA NAVNETEWEYÎ Û TU ÇARESERÎ BÊYÎ BEŞDARIYA TEVAHÎ SÛRIYAN DI DIYALOGÊ DE TUNE NE’

Têkildarî daxuyaniyên Esed ên dawî yên li ser nenavendîbûnê, Hebîb wiha pê de çû: "Esed hewl dide tawîzan bide civaka navneteweyî. Her wiha Rêveberiya Xweser di diyalogê de bi israr e û heta dijminatiyê bi dewleta Tirk re naxwaze. Lê dewleta Tirk dewleteke dagirker e, gelê me qetil dike, demografiya herêmên dagirkirî diguhere. Em jî dixwazin têkiliyên me bi cîranan re baş bin."

Hikmet Hebîb da zanîn ku ne pêkan e ku li ser xaka Sûriyê bêyî beşdariya hêzên Sûriyê yên aktîf, çareserî hebe.

‛EM XWE DISPÊRIN HÊZÊN XWE Û TU CARÎ ME PIŞTA XWE NEDAYE DEWLETÊN DERVE’

Hebîb li ser vekişîna Amerîka ji Efganistanê wiha got: "Hin kes diaxivin ku dê Amerîka ji Sûriyê jî bikişe. Lê vekişîna Amerîka ji Efganistanê plankirî bû ku fişarê li Rûsya û Çînê bike. Lê em ne projeyekî amerîkî ne û xwe naspêrin tu kesî. Ji ber di 2012’yan de hin rêxistinan êrişî herêmê kir û şêniyên wê li hember wan derketin û pişta xwe nedan tu kesî. Amerîka wê demê li herêmê tune bû. Ji lew re em pişta xwe didin QSD’ê û rojekê jî me pişta xwe nedaye dewletên derve."

Li ser tevgerên dewleta Tirk ên dawî û gurkirina asta êrişên wê, Hikmet Hebîb diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê şer li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, li Başûrê Kurdistanê jî şer dike û dixwaze dagirkirina herêman zêde bike û bajarên Iraqê tev li xwe bike. Hebîb wiha li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk dixwaze Mîsaqa Millî ji nû ve vegerîne û nexşeyên herêmê ji nû ve çêke."

Li aliyekî din jî Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê li ser aliyê xizmetguzarî axivî û da zanîn ku li hember Rêveberiya Xweser astengî hene, ew jî dorpêç, ferzkirina cezayan û girtina dergehan e û wiha got: "Herêm di serdema hikumeta Şamê de paşguhkirî bû û ji xizmetguzariyan bê par mabû. Her wiha hikumetê tu girîngî nedida herêmê. Lê Rêveberiya Xweser hewl dide binesaziya hilweşiyayî sererast bike."

Nezîre Gewriyê behsa krîza avê kir ku zêdetirî milyonek şêniyên Hesekê rûbirûyî tîbûnê ye û wiha domand: "Dewleta Tirk vê kaxiza siyasî bi kar tîne, ava çemê Firatê ji ser herêmê qut dike."

Nezîre Gewriyê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser li beramber van astengiyan bê deng nema, bi wê re gelek proje ji bo kişandina avê ji Firatê ber bi Heseskê ve pêk anîn.

GELO XWESTEKÊN ŞÊNIYAN ÇI NE?

Piştî nirxandinên li ser rewşên siyasî û xizmetguzarî bi dawî bûn, deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hat vekirin ku li ser dozên xizmetguzarî û rêbazên dîtina çareseriyan nîqaş bikin. Beşdaran li ser sedemên kêmbûna hin pêdivî û xizmetguzariyan; ji nan, gaz û kehrebe û nebaşiya rêyan nîqaş kirin.

Beşdaran da zanîn ku divê Rêveberiya Xweser li ser mijara koçberiya ciwanan ji derve re bisekine. Her wiha beşdaran ji Rêveberiya Xweser xwest ku tovan dabîn bike, piştevaniya beşa çandiniyê bike, saziyên Rêveberiya Xweser werin sererastkirin û kesê guncaw di cih guncaw de be.

Bi rêya civînê komîteyên şopandina xizmetguzar, kêmasî, çareserkirina wê û başbûna xizmetguzariyê hat avakirin ku dê mijarên xizmetguzarî çareser bikin, jê jî qîrkirina rêyan, başbûna kalîteya nan, dabînkirina mazotê beriya zivistanê û peydakirina tov ji cotkaran re.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/buHNjgpLuG4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>